Çi sûd bi dijminatiya olan ji bo Neteweyê Kurd heye?


Di van demên dawîn de hin nivîsên li dijê ol û bawermendan, li Medyaya Kurdî têne weşandin. Ev yek bêhizûrî dixe navbera kurdên rewşenbîr û wan ji hevûdu sar dike, dudiliyê di navbera wan de xurt dike û bêaramiyê diafirîne.

Gelo ev dijminatiya ku di Medyaya Kurdî de li dijê olan tê kirin, sûda Kurdan tê de çiqas heye yan çiqas wê xisar bide Kurdan?

Gelo ev rewşenbîrên me ên ku van texlît nivîsan diweşînin, berê sêwirîne ka çi kar û xisara nivîsên wan ji Neteweyê Kurd re heye? Gelo encama kar û xisarên nivîsên xwe, bi jimara matematîkê derxistine hole?

Pêşî ger hinekî behsa ol û nijadê (Dîn û Miliyet) bikin, rastî ev e ku  ol û nijad du heyînên pîroz in ku bi sedhezarên salan berê derketine holê û heta niha jî têne domandin.  

Çewa ku tê zanîn, baweriya bi xwedayekî tenê yê asîmanî û xwespêrên wî yên li dinyayê, bi Adem Pêxemberî dest pê bûye.

Çendî ku dibêjin ango Adem bavê mirovan bûye, lê ev rastî nayê nikarkirin ku ew tenê bavê Beşeriyetê bûye.

Li gor gotina pisporên olî, Adem berî niha bi 9 hetanî 11 hezar sal berê wek peyamberê Xwedê hinartiye hinartin.

Baş e, nexwe berî Adem jî gelo ol û bawermend nebûne?

Helbet hebûne, hem jî di nava Kurdan de…

Lewra berî hatina pêxemberan jî, Neteweyê Kurd bawerî bi îlahekî tenê anîye û jê re gotine XWEDA, piştre jî gotine EZDA. Heta hin caran weke sond û bawerî gotine: Xwedanê Şev û Rojan!

 

Îro jî ev herdu peyv di nava Kurdan de têne bikaranîn. Bêguman wateya van herdu peyvan (Xweda û Ezda) pir kûr e, pir fireh û watedar e.

 

Pirsgrêka olan pir fireh e, lê ez ê hinekî kurt binivîsim:

1. Hêzeke nihênî di xwezayê (kaînat) de heye, em bi kurdî jê re dibêjin XWEDA. Çu kes nikare vê yekê nikar û şaha bike. Lewra di van demên dawîn de teknîka nûjen jî ew hawe pejirandiye.

Lê belê li gor hinekan, ev ”Xweda, di şûfê kesekî de ye û li asîmanê banî li ser textê xwe rûniştiye, gopalek di destan de ye û hema emr û fermana avakirin û xirabkirinê dide.”   

Dîsa li gora hin kesên mêjûyî û hinekên niha jî ku li jiyanê ne, têgehek bi navê ”Xwedayê Asîmanî” tune. Ev mesela ku dibêjin ango ”Pêxember rabûne û bi riya wehyê ol ji wan re hatiye hinartin û wan jî bi xelkê daye nasandin jî, vajiyê rastiyê ye, sextekarî, xap û dek bûne.”

Heta hin kesên weke Freud (Sigmund Freud 18561939), Nietzsche (Friedrich Wilhelm Nietzsche  18441900), Tillich (Paul Tillich 18861965) bi temamî haşa û mandelatiya hebûneke wisan jî kirine.


2. Pir kesên mêjûyî hebûne ku dijîtiyeke mezin bi Xwedê re kirine. Heta hin kesên Kurd jî di hin helbestên xwe de gotine: ”Ji tirsa zana, Xwedê birin asîmana!” û hinên niha li jiyanê jî hene ku dijîtiya Xwedê dikin.

 

3.   Ev çend kesên Kurd, xasma jî yên welatparêz ku dijminatiya olan dikin, xasma jî ya Îslamê, gelo ew dijminatiya ola Ezdatî û ya Behdîniyê (Zerdeşt Pêxember) jî dikin yanena? Ez bawer nakim ku ew dijminatiya wan du olên xwemalî dikin.

4.  Dibêjin xwedêgravî: “Ol tiryak û eyfon e…” Bêgoman eger mirov Ola Îslamê di wêneyê desthelatiya Be´sê û di kiryarên Sedam Huseynî û hin dîktatorên weke wî de bibîne, rast e û xirabtir e jî. Lê eger mirov rewşa jiyana di sala 620î de bîne ber çavên xwe ku zarûkên keçik bi saxîtî binax dikirin, keç û jin di bazaran de weke çêlek û bizinan dihatin firotin, û zilamekî dewlemend dikaribû heta 70 keç (cariye) jî bo xwe kirîbûna û bi wan re têkiliya cinsî jî bikira, piştre jî çi dema ku bixwesta dikaribû bifirota, herweha zilamên jar û belengaz weke kole li bazaran dihatin forotin, ev tev ku bi dadweriya Îslamê ji holê rabûne, nexwe ev gotina efyon û tiryak nebûkarî ne ku hatine gotin.

Divê ev jî bêgotin ku kesê bi tiryak û efyonê ve mijûl e, di rojê de belkî carek, yan destê xwe dişo yan jî na. Lê kesê bawermendê Ola Îslamê her roj pênc card est, serçav û nigên xwe dişû. Ev paqijî tenê bi serê xwe hêjayîyeke bê hempa ye ku wek zagon hatiye bicihkirin.

Li virê pirsine bingehîn tên hişê mirov:

1.      Tiştekî ku tune be, çi pêdivî heye ku tu bêjî TUNE?

2.      Bi milyaran mirov bawerî bi olan anîne. Gelo bi gotina nikara çend kesan dê çewa ev baweriya hewqas kesên li dinyayê bête guhertin?

Li ser vê mesela nikarê, bi kurtî serpêhatiyeke îşkencê bibêjim:

·         Şevek ji şevan, li Îşkencexaneya Qurogluya Amedê (1983), yek ji faşîstan got: ”Kurd tune, zimanê kurdî tune, hûn tev hatine xapandin, divê hûn hişê xwe bînin serê xwe û ji vê şaşiyê vegerin.”  

Yek ji girtiyan got: ”Tiştekî ku tune be, çi hewce ye ku mirov jê re bêje tune? Jixwe tune, tune ye!”

Dixwazim li dawiyê bêjim ango em Kurd pirî ku ji aliyê desthelatdariyên Bisilmanan ve hatine perçiqandin, pirî ku ezyet û zextên bêsînor li me hatine kirin, pirî ku qetlîam û talan û tajan li me hatine kirin, pirî ku şewitandin û rûxandin û cîhêlkirin li me hatine kirin, ger bêzîtiya me wek netewe ji Ola Îslamê çêbibe heta radeyekê ji aliyê zanistiyê ve normal tê dîtin. Lê divê ev hawe nebe ya bingehîn û ne karekî rast e jî.

Herweha divê em jibîr nekin ku dadweriya Îslamê tenê 30 sal jiyana xwe domandiye ku jê re ”Dewra Sedadetê” hatiye gotin. Lê piştre wehşeta ku Erebanên Emewî anîn serê malbata cenabê Pêxemberî, dijminê Îslamê jî ew kiryarên hovane nekirine.

 

Îro li Cîhana Îslamî, 57 dewlet hene. Em dibînin ku rewşenbîrên van welatan zêde li ser pirsa olî û gotina ku ango ol ”efyon” û ”tiryak” e, ji xwe re nakin pirsgirêk. Lê gelek caran tê dîtin ku rewşenbîrên Kurd vê pirsê ji xwe re dikin pirsgirêk û serê xwe jî pê re diêşînin.

 

Lê divê ev kesên wisa pêşî ji xwe bipirsin: ”BI  DIJMINATIYA OLAN ÇI SÛD JI BO NETEWEYÊ KURD HEYE?” Bêguman di rastiyê de ji xisarê zêdetir tiştekî din tune.

 

Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd, welatparêzên Kurd, meseleya olan di vê dema nazin û xeternak de, nekin bûjena medyayê û nexin rojevê û delîl û belge nexin destên dijminê xwe.

 

Piraniya olan, xasma jî Ola Îslamê xwedanê dîtineke fireh e. Qurana pîroz gotiye: ”We la îkrahe fîd-dîn.” ango zordarî di olê de nîne.

 

Birayê Hêja!

– Eger tu Xwedayê asîmanî napejirînî, nepejirîne. Lê mebe neyarê kesên bawermend.

– Eger tu perestiniya xwe nakî, neke. Lê mebe asteng ji bo bawermendên ku perestiniya xwe dikin.

– Di serê vê Sedsala Bîstûyekê de, rewşenbîrên neteweyên li dinyayê ji bo xweşjiyana hemwelatiyên xwe ketine pêşbaziyê û bi hev re sîqal dikin. Lê eger rewşenbîrên Kurd dijnminatiya olan bikin, ne karê aqilan e.

Bi hêviya serkeftin û serfiraziyê, her şad û bextewer bin…

Stockholm 13/ 02/ 2014

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

 

Nêrînek

  1. ..Erê dibe ku li hindik deweran, dîtin û kirinên desthelatîya misilmantîyê baş bibin.. \n(Bila neyê bîra kirin ku, di dema desthelatîya Hitler û Atatürk da jî, li hindik deweran têştên baş hatine kirin û hatine parastin..fb). \n\nDewleta misilmanan welatê Sersoran, ango Kurdistan 639 da dagir kirine.. Ma şerm nine ku, ronakbîrek jîyana misilmantîyê bo Kurd û kurdistanê weki jîyanek baş biparêze, an jî li herdê me, dîtin û kirinên desthelatîya islamê biparêze.. Wê demê merî nikarî dagirkerên Tirk, Ereb, Faris ra tiştekî bibêje.. Dibe ku, ew jî bibêjin; dema ku me welatê we dagirkir, ew, ew..fb tiştên nexaş hebûn û me ew ji holê rakirin..fb.\n\nErê, ez e$kire dibêjim; li welatê me dagirkerîya islamê jî, diwê neyê parastin.. Taybet îro, li Dêsimê mizgeft bên girtin û hemû nîa$anên islamê jî li vê dewerê bên rakirin..

  2. mamoste ez seri da léborina xwe jı cenabé we dıxwazımi.ancak éziditi ne jı ezda ye teé likolinén mé liser vé mıjaré hebn ko ézidit jı yezide te. zımané kürdi da bu éziditi. ya dudyan ji eve ku xwezayê (kâinat) kufreki veşarti u nependi heye ku ev ger dun bı xwe bı sere xwe zaye u çébuye. serkeftın.

  3. Ji Seyda Mele Beşîr re: Peyvika ÎSLAM ji SELMa kurdî hatiye wergirtin. Di kurdî de SELM an jî SELMANDIN, bi wateya daweşandina ji xirabiyan e. Îcar di berhemên kevn ên kurdî de BI + SILM + AN çêdibe. Diyar e ku BI daçeka pêrebûnê ye, wateya SILMê jî li pêş hatiye gotin, ji ber ku zayenda peyva SILMê mê ye, daçeka milkane dibe A. Îcar forma piranetî jî ku N ye, dibe BISILMAN, ji wan kesan re tê gotin ku bawernemdên ola Îslamê ne. Mesela, bi erebî SELAT tê gotin, li gelek herêmên Kurdistanê LIMÊJ tê gotin, lê belê rastiya wê NIVÊJ e ku di klasîkên kurdî de pir hatiye bikaranîn. Silav û serkeftin…

Nerîna min :