Civak

Li Akrê xaniyên bi kirê dest nakeve

Xelkî sînorê bajaroka Akrê ji ber nirxa zevî û xanî û paşketina yekeya nîştecîhbûnê û dabeş‌nekirina zevî, xaniyên kirê nemane û Qaymeqamê Akrê dibêje 264 yekeya nîştecîhbûnê ji bo hejaran û kêmderametan li Akrê tê dirust kirin. Aborînas jî balê dikşînin li ser wê yekê ku dabeş‌nekirina zevî û paşketina dirustkirina yekeya nîştecîhbûnê ji bo hejarên Akrê wiha kiriye kirêyê xaniyan li Akrê bilind bibê. 

Karwan Abdulla ku hemwelatiyeke ji xelkê Akrê yek ji nivîsîngeha kirîn û firoştina zevî û xaniyên li Akrê ye got: Li Akrê nirxa zevî û xaniyan firiye, eger pêrar nirxê perçe zeviyek bi 10.000 dolar bû niha çûye 40.000 dolaran. Eve zêdetirê meheke li pey xaniyê kirê da digerim heta niha destê min neketiye, xanî heye lê belê kirêya wê heta 350 hezar dînare, yan bi 150 hezar dînare lê belê li wê xaniyê de jî dû kes nikarin têda bijîn.

Her wiha xaniyên li ser kolan û caddeyan jî tenê ji bo kompanya û fermangehanin, doh min telefonê ji bo xwediyê xaniyekî ser kolaneke giştiya Akrê kir, got eger ji bo teye dest nadê eger ji bo kompanya û fermangehane kirêya wê heta dû milyon û nîv diçe. Hêvîdarîn aliyên peywendîdar çavdêriyekî tund li ser bazara kirîn û firoştina zevî  û xanî bikin bo ku her kes bi keyfa xwe muamele bi zevî û xaniyan ve nake. 

Back to top button