Kurdistan du boriyên dinê veguhestina neft û xazê dirust dike
Şarezayekî ji aboriya Herêma Kurdistanê ragihand, yedega nefta Herêma Kurdistanê 60 milyar bermîl nefte û balkişand li ser wê yekê ku li van du salên derbasbûyî de du boriyê dinê veguhestina neft û xaz li Herêma Kurdistanê karên wan bi dawî tê û dest bi kar dikin.
Şêwirmendê Asayîşa Aboriya Herêma Kurdistanê Dr Bêwar Xinisî jî ragihandiye ku bi sedema kêmbûna pişkinînan heta niha hebûna 45 milyar bermîl neftê yedeg hatiye piştrast kirin. Eger na li rastiyê de Herêma Kurdistanê xwedî 60 milyar bermîl yedega nefte.
Her wiha Xinisî balê dikşîne li ser wê yekê ku eger ew kompanyayên biyaniyên ku li Herêma Kurdistanê karê derxistina neftê dikin, rûpêva zêdetir ji bo neft û xaza Herêma Kurdistanê bikin, ewê tê pêşbînî kirin bira yedegê neft 60 milyar bermîl bilind bibê. Her wiha dibêje bi vegerana Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, rêje dû caran bilindtir dibê.