Cîhan

Mesîhî ji Iraqê direvin

Ji sala 2003’ê heta niha ji ber gefên çekdar, rêxistinên radîkal û propagandeyên tekfîrî bi hezaran hevwelatiyên Mesîhî ji bajarê Babil û Dîwaniye bo derveyê welat koç kirine û koçkirin jî her berdewam e.

Roja înê 27.12.2013 Dêra Meryema Pakîze li navenda bajarê Babil bi mebesta şahiya bîranîna jidayîkbûna Hz. Mesîh û cîbicîhkirina erkên olî pêşwazî li Mesîhiyên Babîl û Dîwaniye kir.

Di vê derbarê de Berpirsê Dêra Meryema Pakîze Ebdulla Metî ji BasNewsê re got: ‘’40 malbatên Mesîhî hi helkefta jidayîkbûna Hz. Mesîh li dêra navbirî şahiya xwe kirin, herwiha ji bo aştî û aramiya tevahiya İraqê nimêj û du’a kirin.’‘

Metî wiha axifî: ‘’Hejmara Meshihiyên bajarê Babil 22 malbat e ku hinek ji wan li qezaya Eskenderiye, Museyeb, navenda bajarê Hille rhudinin, herwiha hejmara Mesîhiyên bajarê Dîwaniye jî 3 malbat e. Piraniya Mesîhiyan ji ber gefên çekdar, grubên radîkal û propagandeyên tekfîrî ji İraqê koç kirine, lê berî rûxana rejîmê hejmara hevwelatiyên Mesîhî 75 hezar bû.’‘

Di vê helkeftê de Metî daxwaz ji hemû Mesîhiyan kir daku vegerin İraqê, nema koç bikin û di heman demê de ji hikûmeta İraqê jî xwest ku mafê Mesîhiyan bide û can û malê wan biparêze.

Bas

Back to top button