Nivîsar

“pêvajo” ne pêvajoya çareseriya pirsa Kurd e..!

Di siyasetê de her qonax xwediyê hinek taybetmendiyên siyasî û civakiye. Aliyên erênî û neyînî yên destpêk û dawiya pêvajoya heye.

Di serî de piranî behsa aliyên erênî tê kirin. Bê guman destpêkirina vê “Pêvajoya” ku bi navê cuda tê navkirin yanî bi navê xwe yê orjînal “Tirkiyeya Bê Teror” her aliyekî behsa erêniya pêvajoyê kir.

Qet şik tuneye ku, dawî hatina şerek bê wate û devjêberdana çekan ji bo miletê Kurd û ji bo pêşeroja Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê gavek baş û erêniye. Herweha encamên vê pêvajoyê, dê gelek bê gotubêj kirin û dê gelek nêrînên cuda li ser bêne gotin.

Xalek gelek girîng heye ku divê behsê bê kirin. Ev “Pêvajo” ne pêvajoyek a çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistaê ye. Ev pêvajoyek e di navbera dewleta Tirk û PKKê de ye. Armanc ji holê rakirina PKKê û devjêberdana PKKê ya çekan e. Ji xwe PKK xwe fesih kir. Biryara bê çekirina çekdarên PKKê gav bi gav tê pêkanîn.

Dema mirov navê ji dil û rast bûyera ku rûdide bike, hingê nirxandin û şiroveyên bûyeran jî hesanîtir û objektîf tir dibe.

Dema em baş berê xwe bidin vê pirsê, vekirî dixweyê ku, vî şerê bê wate ku 40 salî berdewam kirî, bi destê dewletê û PKKê civata Kurd gelek hat tehrîb kirin, nirxên civatê serûbinû bûn. Bi dehê hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. PKKê di nava xwe de bi gotina Ocalan nêzikî 15 hezar kes înfaz kirin. Dewletê bi hezaran kes girtin û bê serûşûn winda kirin . Heta wek vê gavê jî çarenûsa wan ne diyare.

Başe dê şêvek û rojekî de her tişt dê çewe bê guhertin û aramî bê nava civatê.

Eger em aliyê civaknasiyê û psîkolojîya civakî de lêkolînên rast nekin û hewlnedin encamên destbêxin rast nexwînin , dê ev kar çewe rêve herê.

Rastiyek heye ku, PKKgelek kurd jî kirine armanca êrîşên xwe. Bi navê “xiyanet” û “cerdevaiyê” bi hezaran kurdên bê guneh ji jiyana wan dûrxistine û kuştine. Dewletê PKK û çalakiyên PKKê kiriye sedem û zordariyek mezin kiriye. Bi hezaran kurdên bê xalî xerez bi tuhmeta endamên PKKê ye yan jî pişgiriya PKKê kiriye girtine îskenceyan re derbas kirine. Bi hezaran gund encama siyaseta Dewletê û çewtiyên PKKê hatine valekirin û heta wek îro jî piraniya wan valane ,yan jî çend temen dirêj vegerana gundên xwe. Bi milyona Kurd cih û warên xwe terikandine çûne bajarên Tirkiye. Gelikbûna Kurda deverên wek Stanbul,Îzmir Mersîn û gelek bajarên Tirkiye encama vê koçberiya mecbûrî bûye.

Kurtasî ev tehrîbatên civaka kurd de peyda bûyin welê bi hesanî nayên ji navbirin. Ocalan çi bêje yan jî PKK çi bêje dê encamên ne bi keyfa mirov di vê civakê de rûbidin.

Ev kasê ku behsê hatî kirin bi tenê beşek hindik ji rastiya li ser erdê peyda bûyiye. Gelek tiştên mestir encama vî şerî de rûdane.

Yanî miletek ji kurdbûnê hate dûrxistin, madem armanc “entegre”kirinbû, ji xwe siyaseta asîmîle kirina dewletê hebû.

Mirov çi bêje nabe çare! Lê gerek rastî binax nebe û winda nebe. Dê her rojekî pêwîstiya herkesî li rastiyê hebe.

Nêrîn / Şirove

D.Bilek

Back to top button