Îranê hişyarî da welatê ku nêzîkî Îsraîlê dibin..!

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi di roja duyemîn a Civîna Wezîrên Derve yên BRICSê de ku li New Delhiya paytexta Hindistanê pêk hat, daxuyaniyên girîng da çapemeniya Hindistanê.
Arakçi diyar kir ku DYA û Îsraîlê herî kêm du caran Îran “ceribandine” û got, “Çareseriyeke leşkerî tune ye, û divê DYA vê rastiyê fêm bike. Ew nikarin bi çalakiyên leşkerî bigihîjin armancên xwe, lê heke dîplomasî were şopandin encam dê cûda be.” Arakçi her wiha tekez kir ku pirsgirêka herî bingehîn di pêvajoya danûstandinan de daxuyaniyên nakok ên rayedarên DYA ne.
Arakçi di derbarê Tengava Hormuzê de diyar kir ku derbasbûn li gorî hin rêzikan berdewam dike:
“Tengava Hormuzê ji bo welatên dostane ne girtî ye. Sînorkirin ji bo keştîyên dijmin in. Di rojên dawî de, gelek keştî bi alîkariya hêzên me yên deryayî ji Tengava Hormuzê derbas bûne, û ev pêvajo dê berdewam bike. Tekane çareserî bidawîkirina tevahî ya şerê êrîşkar e.”
Wezîrê Îranî her wiha diyar kir ku ew baweriya xwe bi DYA naynin û ev yek pêvajoya dîplomatîk tevlihev dike û got:
“Em baweriya xwe bi Amerîkiyan naynin, û ev astengiya herî mezin a li pêşiya her hewldanek dîplomatîk e. Em agirbestê diparêzin tevî lawaziya wê da ku ji bo hewldanên dîplomatîk cîh biafirînin. Ger aliyê din cidî be, danûstandin dê bibin. Bernameya me ya nukleerî aştiyane ye, û em amade ne ku vê yekê piştrast bikin. Lêbelê, çareseriyek mayînde bêyî bidawîkirina êrîşkariyê ne mimkûn e.”
Arakçî hişyarî da Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî û got, “Îsraîl û Emîrtiyên Erebî li kêleka hev in. Sînorek ji her tiştî re heye.
Medyaya Amerîkî îdia kir ku Serok Trump dikare piştî serdana xwe ya Çînê êrîşeke nû li ser Îranê bike. Hate gotin ku heke Trump destûrê bide, êrîş dê bi hevrêziya artêşa Îsraîlê werin kirin
Karbidestekî Îsraîlî îdia kir ku Trump dikare biryara êrîşê ya vê dawiya hefteyê bide û artêşa Îsraîlê dê di rewşa hişyariya bilind de be.Televîzyona KAN a Îsraîlê ragihand ku rayedarên leşkerî yên Îsraîlî yên ku hefteya borî bi Fermandariya Navendî ya Amerîkayê re civiyan daxwaza ji nû ve destpêkirina êrîşên li ser Îranê kirin.


