Balyozxaneya Sûriyê li Londonê piştî 13 salan ji nû ve hat vekirin
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî yekem serdana xwe ya fermî li paytexta Brîtanyayê dike. Di çarçoveya serdana Şeybanî de, Balyozxaneya Sûriyê li Londonê piştî 13 salan ji nû ve hate vekirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Şeybanî li ser hesabê xwe yê Xê daxûyaniyek ragihand û got, “Piştî salan ji tecrîda ji ber çekên kîmyewî yên rejîma Esed, îro em Balyozxaneya xwe ya Sûriyê li Londonê ji nû ve vedikin. Sûriye bi nasnameya xwe ya azad vedigere cîhanê.”
Wezîrê Derve Şeybanî, ku yekem serdana xwe ya Qesra Spî ligel Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera kir, yekser piştî wê çû Brîtanya.
Berî ku biçe Londonê, Şeybanî gotibû, “Em hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina welatekî ku pêşeroja zarokên me û nifşên pêşerojê misoger bike, bi xwe re tînin.”


