Ensarioglu:”Ez hêvî dikim ku Selahattin Demirtaş were berdan.”

Parlamenterê Dîyarbekirê yê AK Partiyê Galip Ensarioglu, beşdarî li bernameyeka televizyonî de kir û got: “Ez hêvî dikim ku Selahattin Demirtaş were berdan.”
Di bernameya (Dema axaftinê) ya li ser Îlke TV de, Parlamenterê Dîyarbekirê yê AK Partiyê Galip Ensarioglu di derbarê bûyerên rojane de nirxandin kirin.
Ensarioglu di derbarê berdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de, ku ji sala 2016an vir ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, axivî û got, “Berê, di demên tijî pevçûn û mirinan de, dadwerî jî ji vê keşûhewayê bandor dibû. Niha, ez bawer dikim ku biryarek derbarê Demirtaş de dê li gorî vê keşûhewayê were dayîn.” Ensarioglu diyar kir ku pêvajo bi awayekî erênî pêşve diçe û got, “Dema ku îradeya her du aliyan diyar bibe, dê gavên hevbeş werin avêtin.”
Ensarîoglu her wiha li ser mijarên hemwelatîbûn û perwerdehiya bi zimanê dayikê jî rawestiya û got, “Du mijar hene ku hemû Kurd li ser wan li hev dikin: pênaseya hemwelatîbûnê û perwerdehiya bi zimanê dayikê. Pênaseya hemwelatîbûnêya heyî hemwelatiyekî diyar nake; ew nasnameyeke etnîkî diyar dike.”
Der barê serdanên Îmraliyê yên ji bo hevdîtinên bi Abdullah Öcalan re de, Ensarîoglu got, “Ocalan daxwazek xwe heye; ew dibêje, ‘Bila komîsyon were û bi min re hevdîtin bike.’ Serdana Îmraliyê mijarek hesas e, lê heke komîsyon biçe, ew ê bi dilxwazî be.”


