Polîtîk

Selvi: Parlamenter dê bikaribin bi Öcalan re hevdîtinê bikin, Erdogan ronîya kesk da..!


Abdulkadir Selvi îdia kir ku Serokkomar û Serokê AK Partiyê Erdogan ronîya kesk da ku komîsyon biçe Îmraliyê.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî piştgirî dabû hevdîtina hinek parlamenterên komîsyona parlementoyê ya ji bo pêvajoyê hatî damezrandin û Öcalan. Bahçelî ragihand ku parlamenterên MHP jî dê beşdarî heyeta ku herê Îmralî bibin. Lê ji bo vê yekê serokkomarê Tirkiye Erdogan bê deng mabû.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi li ser hevdîtina dawî ya Bahçelî û Erdogan şîroveyek kir û got, “Nexşerêya pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror hate nirxandin. Lihevkirinek tevahî hate bidestxistin da ku pêvajo bi awayekî xurt berdewam bike.”

Selvi diyar kir ku di civîna Komiteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê de ji Erdogan re hatiye ragihandin ku, “Serdana Heyeta Parlamentoyê ya Îmraliyê ji hêla bingeha partiyê ve baş nayê pêşwazîkirin.” Selvî dibêje ku Erdogan gotiye , “Em ê barê partiya xwe bi barekî ku ew nikaribin hilgirin giran nakin ” lê dîsa jî ji bo serdanê ronahiya kesk da.

Selvî berdewama nirxandina xwe de dibêje:
“Serokê MHPê Devlet Bahçelî diyar kir ku Öcalan heta niha sozên xwe bi cih aniye û got, ‘Serdana Îmraliyê dê pêvajoyê xurt bike.’ Em dikarin bibêjin ku dudilîyên dawî piştî hevdîtina Erdogan-Bahçelî hatine çareserkirin. Meyla ku Heyeta Parlamentoyê serdana Îmraliyê bike serdest e.”

Back to top button