Nivîsar

Zaroktî tê dizîn

Berhema tiştên ku em îro diçînin, bi dilsozîya me ya ji bo parastina geşbûn û berhemdayîna zarokatîyê ve girêdayî ye.

Nivîsandin : Mustefa Ebdul Wehab Alîse

Wergerandin : Romîdiye Hesen

Paqijîya zarokên me bi bêdengî tê dizîn, û kêfxweşîya me bi dizîna paqijîya gîyanên wan, lîstikên wan û kenê wan re tê standin.

Em çawa dikarin wê kêfxweşîyê winda nekin, û em çawa dikarin gîyanê zaroktîyê biparêzin dema ku em zarokên xwe bê zaroktî dibînin?

Îro, di serdema me ya tirsnak de, kêm e em zarokekî bibînin ku telefon an iPad bikar neyne. Lê belê, em pir caran ji wan li ser karanîn, fonksîyon û avantajên van amûran fêr dibin. Em tenê dikarin bibêjin ku sûdeyên erênî yên ku wan ji zarokên me re anîne pir in, û em nikarin rola wan di pêvajoya fêrbûnê de, di baştirkirina hişê civakî de, û di pêşxistina şîyanên wan de, nemaze di warê zimanan de, înkar bikin. Ji bilî rola wê ya zelal di mezinbûn û pêşkeftina mêjîyê zarokên me de, vê teknolojîya bilez encamên neyînî jî bi xwe re anîye, nemaze yên ku bi tenduristîya giştî û tenduristîya derûnî ve girêdayî ne.

Hejmarek çavdêr û pispor, ji metirsiyên ku tenduristîya derûnî li ser jîyana zarokên me çêdike, wek celebên lêkolîn û vekolînên ku ji hêla kesên ku bi wan re têkildar dibin ve, bala baş kişandine, lê ji hêla medyayê ve bertekek pir şermok wergirtine. Çi matorên lêgerînê bin, malper bin, an navgînên medyaya civakî bin ku ji hêla milyonan bikarhêneran ve têne bikar anîn, ku berpirsîyarîya herî mezin, wekî berê, dikeve ser dê û bavên wan an jî li ser me bi xwe, ku em hişyar bin, ji rastîya vê hêza nerm a ku ji hêla şoreşa teknolojîk ve hatî û bandora wê li ser asta zêdebûna tundûtûjî û tenêtîyê, bo nimûne, di tevgerên zarokên me de.

Ev bersiveke ne wêrek bû ji bo şoreşa teknolojîk û tora dapîrokî ku dikarin bi karanîna malper û sepanên ji bo zarokan werin afirandin, û ji bo parastina wan ji lewitandinên (bihîstî, dîtbarî û rewşenbîrî) bes bû, lê şîyan û xwesteka dêûbavan têrê nedikir.

Bi mezinkirina zarokên xwe bi awayekî rast, em mafê wan ê zarokatîyeke bextewar misoger dikin, bêyî ramanên ku hiş û jîyana wan ji wan dizîne. Ev ew qada bêdawî ye ku zarokên me pê re rû bi rû ne û tê de dijîn, û em nikarin wan ji van ramanan û tiştên ku ji wan hatine qedexe kirin an jî ji wan hatîye xwestin ku dûr bisekinin biparêzin. Bi şopandina karanîna wan a cîhazên jîr, em nikarin wan ji dibistan, baxçeyên zarokan, televîzyon û bernameyên zarokan qedexe bikin, ku roleke girîng di teşedayîna kesayetî û nirxên giştî yên zarokekî de dilîzin.Çi be ew ne wekhevî di gotinan û nêrînan de lê em tev sezanin li ser mafên zarokan,û pêwîstîya hewil bidin ku karibin bigihên mafên xwe bi temamî û di serî de /jîyankirina zaroktîya xwe/..

Ev azadî ne bê hempa ye dema ku dor tê ser danûstandinê bi zarokan re û derbirîna raman û nêrînan li ser hin mijar û pirsgirêkên hestyarî, û divê ev yek di encumenek ku zarok jî tê de ne de neyê destûrkirin, ji ber ku tiştek nikare bandoreke mezintir li ser pêşeroja mirovekî ji zarokatîya wî bike, û tiştek nikare bandoreke mezintir li ser pêşeroja civakan bike ji bilî pirsgirêkên exlaqî ji zarokên me û awayê jîyana wan a zarokatîya xwe.

Tevî lêkolîn û vekolînên ku îro têne kirin jî, em nikarin pêşdîtinê bikin ka metirsiyên ku di pêşerojê de li benda me ne çiqas in, herweha em nikarin pêşdîtinê bikin ka di salên pêş de dema ku zarokên me piştî ku bi berdewamî rastî vê dijwarîya bêdawî tên digihîjin mezinbûnê çi li benda me ye.

Em nikarin evîna xwe ya rastîn ji bo zarokên xwe, pêdivîya xwe ji bo wan û rêzgirtina xwe ji bo girîngî û hestiyariya vê serdemê bi dabînkirina hin pêdivîyên wan ên xwarin, vexwarin, cil, perwerde û tiştên din, an jî bi parastina wan ji çeteyan û tiştên wekî wan, an jî bi têrkirina wan bi hezkirinê an jî bi bi cih anîna daxwazên wan veşêrin. Lê tiştê ku em dikarin bikin ev e ku em îro rawestin û berpirsîyarîyeke  dîrokî li dijî her tiştê ku ewlehîya zarokên me tehdît dike û wan ji zarokatîya wan bêpar dihêle bigirin.

Zarokên me dewlemendîya me ne ya rastîn in, û pêşeroj û ewlehîya civaka me bi ewlehîya zarokatîya wan ve girêdayî ye. Berhema tiştên ku em îro diçînin, bi dilsozîya me ya ji bo parastina geşbûn û berhemdayîna zarokatîyê ve girêdayî ye.

Zarokatîya me pir xwezayî û ewle bû, û bi kêmanî îro ji me tê xwestin ku em berpirsîyar bin û zarokatîyeke mîna ya xwe ji zarokên xwe re peyda bikin, ew qet ewletir û xwezayîtir nebû, dibe ku ji ber helwesta me an pabendbûna me bi ewlehîya zarokên me û ramanên wan ên paqij ên azadîya bêdawî, berevajî her rewşek din a zarokatîyê wekî xwedîkirina zarokan an jî zilm di çalakîyên tundûtûjî de an…

Ji ber ku gava em bi hêsanî qonaxa yekem derbas bikin, em ê di pêşerojê de bi zêdebûneke mezin re rû bi rû bimînin, di hejmara zarokan û encamên wan de, di rewşên çetetî û zilmê de… û hwd.

Di dawîyê de, ez xemgîn dibim dema ku ez zarokên me û axaftinên wan ên bi hev re dibînim, ew ji çîrok û helbestan an lîstikên bîranînê vedigerin mijarên wekî bextewarî an tengezarîya olî, û bêxemîya me ji bo başîya zarokên me, ku em ê di pêşerojeke nêzîk de winda bikin û vegerin wan bîranînên ciwanîyê dema ku em sohbetên wan ên bêguneh û paqijîya wan dibînin an jî rizgarîya wan dîsa di qalikên wan de û hîleyên wan dîsa di kirinên wan de dibînin.

Zarokatîya me pir ewle bû. Me nizanibû Sunnî û Şîe, Ereb û Kurd, Misilman û Xiristîyan tê çi wateyê, û hwd. Me tiştek li ser zayendê nizanibû, ji ber vê yekê, em niha li ser mijarên wekî girêdana olî, cinsîyet, an tiştek din nîqaş dikin.

Zaroktîya me pir ewle bû.

Back to top button