Divê partiyên legal li Tirkiye bi qasî PKKê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji rojnameya Sabahê re axivî û bersiva gelek pirsan da. Bahçelî behsa aşitî û rewşa CHPê kir. Pişgiriya xwe ji bo Erdogan da kifşkirin.
Beşek girîng di hevpeyvîna li gel Bahçelî eve:
Te got, “Divê derbarê lêpirsînên li ser Îmamoglû û şaredarên din de îdianame bên amadekirin.”
Ger bê gunehbin divê bên beraetkirin, û ger sûcdar bin, divê cezayê pêwîst werbigirin. Divê îdianame di nav Cotmehê de bên amadekirin, bi raya giştî re bên parvekirin û darizandin dest pê bikin. Û divê xebatek lezgîn werê kirin da ku vê yekê zû çareserbikin. Gelek endamên hêja yên dadweriyê hene ku dikarin vê bikin, û divê em baweriya xwe bi wan bînin.
Hûn li ser helwesta İYİ Partiyê li ser pêvajoya Tirkiyeya bê teror çi difikirin?
Ji bo me, tu wateya gotinên wan tuneye. Em wan li ber çavan nagirin. Derfetek ji bo yekbûnê an jî planên avakirina tifaqekê tune. Tifaqa me ya Gel dê berdewam bike. Yên ku ji me derdikevin û partiyên cuda ava dikin, heqaret û bêrêziya giran li MHPê dikin.
Xema Tirkiyeyê aştî û aramî ye. Berpirsiyariyek dikeve li ser milê herkesî. PKKê ev berpirsiyarî girtiye ser xwe, û divê partiyên yasayî yên li Tirkiyeyê jî bi kêmanî bi qasî PKKê berpirsiyarî bigirin ser xwe.
Hûn dixwazin li ser hawîrdora medyaya civakî çi bibêjin?
Divê medyaya civakî ji holê werê rakirin. Ji bo parastina malbatê, aşitiya cuvakî hevgirtin û perwerdeyek rasteqînî ji bo jîlê me yê nû gelekî girîng e. Bi ya min be ezê di niv demjimêrekî de medya civakî hemûyê bigrim.
Dostaniya we bi Serokê me re çi ye?
Ji bilî dostaniya bi Serokê me re, MHP ji bo helwesta wî lênêrîn û rêzgirtinek nîşan dide. Dema ku ev rêz bi dilsozî tê vegerandin, ew dibe cihê raman û parvekirina hevpar. Em niha bi tevahî piştgiriyê didin Serokê xwe. Tirkiye di du serdemên borî de ji qonaxên pir krîtîk derbas bûye. Xebata hêja ya Serokê me, nemaze di dema û piştî darbeya 15ê Tîrmehê de, ji bo welatê me sûdmend bûye. Dibe ku di mijarên civakî û aborî de dijwarî hebin, lê ev ne bêserûber in.
Ez piştgiriyê didim ku Serokê me di postê xwe de berdewam bike, bêyî ku şert û merc çi bin. Divê ew di sala 2028an de berdewam bike. Ger ew dîsa ji bo serokatiyê namzed bibe, em, wekî MHP, dê piştgiriya xwe ya tevahî bidin.
Hûn dixwazin li ser rêziknameyên qanûnî yên di çarçoveya Tirkiyeyek Bê Teror de çi bibêjin?
Her tişt di komisyona parlementoyê de tê nirxandin. Aştî ne çûkek yek-baskî ye. Ji bo firînê, pêdivî bi aştiyê heye ku baskek duyemîn hebe. Baskek aştiyê ji hêla Öcalan ve hat bidestxistin; PKK hate hilweşandin û çek hatin danîn. Niha, em gihîştine qonaxa ku em dikarin şertên jiyana hevbeş diyar bikin. Komîteya parlementoyê xebata xwe ya berhemdar didomîne.
Ahmet Türk Şaredarê Mêrdînê bû, lê ew ji kar hat avêtin. Wî beşdarî avakirina diyalogê bi PKK re bû da ku aştî û aramiya li Tirkiyeyê misoger bike. Di rewşek wusa de, divê Ahmet Türk vegere ser kar. Divê ew li şaredariya xwe vegere.. Ew ê beşdarî pêşxistina hesta biratî û aştiyê bibe.
Bi heman awayî, Ahmet Özer jî eynî ye. Ger li şaredariyê gendelî an tevgerên neqanûnî hebin, ew tiştek e. Lê îfadeya wî ya berê ya raya giştî ya nerînên xwe li ser PKK mijarek din e. Eger Tirkiye ketiye pêvajoya aştiyê, divê Ahmet Özer bê berdan. Ger gendelî hebe, divê cezayê pêwîst bistîne. Divê em van her du mijaran ji hev cuda bikin.
Gelo darizandina CHPê ya 15ê Îlonê dê biryarek betalkirinê ya dawî bide?
Bê guman ez nizanim. Lê pêvajo dest pê kiriye. Kongre û kongreyên parêzgehan. Ev berê hatiye serê me û hinek ji me cudabûn û partiyek nû avakirin.
Divê yên din hewl nedin ku rewşê bi destwerdana derve ferz bikin. Wan di demên berê de destwerdanên bi vî rengî li dijî me kirin, lê şikir ji Xwedê re, wan encam negirtin.
We got, “Darizandin dikare li ser TRTê were weşandin”…
Rayedarên CHPê israr dikin ku ew were weşandin. Em di vê yekê de zirarê nabînin. Bila gelê Tirkiyeyê her tiştî bibîne. Ji bo raya giştî dê guncawtir be ku li gorî pêşketinên li ber dadweriyê bigihîje encamekê.
Rageşî piştî betalkirina Kongreya Parêzgeha Stenbolê ya CHPê berdewam dike…
Ev rewş meseleyeke navxweyî ya CHPê ye. Medya vê rewşa di nav CHPê de gelekî dide pêş. Di nav CHPê de gelek kesên jêhatî hene ku dikarin pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. CHP di nav Komara Tirkiyeyê de saziyeke siyasî ya girîng e. Ez bawer dikim ku ew ê vê rewşê di navxwe de çareser bikin. Niqaşên têne kirin ne pirsa me ye, lê ya wan e.
Hûn pêşketinên li Sûriyeyê di çarçoveya pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror de çawa dinirxînin?
Ocalan, damezirînerê PKKê, di 27ê Sibatê de daxuyaniyek da. Wî xwe bi zelalî ji civakê re anî ziman. Wî ev yek bi zelalî ji temaşevanên xwe re jî anî ziman. Ew li ser gotinên xwe sekinî. PKK hatiye hilweşandin û çekên wan hatine danîn. Ji ber vê yekê, li her deverê ku PKK û hêmanên pê ve girêdayî hene, ew mecbûr in ku daxwaza Ocalan pêkbînin, rêzê li wî bigirin û li gorî talîmatên wî tevbigerin. Ji hev dûrketin ji bo hin derdorên li derveyî Ocalan gef e. yên li dijî talimata Ocalan bin ew dikevin di xizmeta aliyên din de.Rewşek weha de em jî biryardariya xwe ya ji bo bicîhanîna biryarên ku ji hêla Öcalan ve hatine girtin bidomînin.

