Civak

Di doza”Dîplomê” de Imamoglu cara yekem derdikeve pêşberî dadwer

Ji bo Imamoglu 8 sal cezayê girtîgehê tê xwestin!

Yekem rûniştina “Doza Dîplomê” ya derbarê dîplomaya zanîngehê ya Ekrem Îmamoglû berdewam dike. Îmamoglû, ji girtîgehê anîn salona dadgehê.

Hevjîna Îmamoglû, Dîlek Kaya Îmamoglû, kurê wî Selîm Îmamoglû, bavê wî Hasan Îmamoglû û xwişka wî Neslîhan Yakupçebîoglû beşdarî rûniştinê bûn.

Serokê CHPê Ozgûr Ozel bi dirûşmeya “Edalet, qanûn, edalet” ket salona dadgehê. Di nav beşdaran de Cîgirê Serokê Koma CHPê Gökhan Gunaydin, Cîgirê Serokê CHPê Bülent Tezcan, Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Nuri Aslan, Bülent Tezcan, Endama Parlamentoya CHPê Sibel Suiçmez û Serokê Parêzgeha Stenbolê Ozgûr Çelik jî hebûn.

Îmamoglû, ku bi sûcê sextekirina belgeyên fermî tê tawanbarkirin, ji ber vê sûcê berdewam cezayê heta 8 sal û 9 mehan ê girtîgehê tê xwestin.

Parêzerên Îmamoglû di danişînê de amade bûn. Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû jî di nav wan kesan de bû ku danişînê temaşe dikirin.

Back to top button