Serokê Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şara di hevpeyvînekê de bi medyaya fermî ya Suri re got ku, danûstandinên bi HSDê “hêdî bûne”; û got, “Sûriye perçeyek ji axa xwe bernade.”
Şara got ku danûstandinên ewlehiyê bi Îsraîlê re didomin û “hin aliyên Îranî” hewl didin ku rewşa li Sûriyê bêîstîqrar bikin.
Li ser rewşa rêveberiya xweser û pirsgirêka Kurd, Şara got ku her ramanek dabeşkirinê “dijwar” e û Sûriye “wê qebûl neke.”
Serokê veguhêz ê Sûriyê got ku HSD “nûnertiya tevahiya civaka Kurd nake” û civaka Ereb a li herêmê “ji sedî 70 zêdetirê civakê pêk tîne.”
Wî got, “Rewşa li Rojavayê Kurdistanê ne wekî ya bakurê Iraqê ye. Heta Kurdistana Iraqê jî, tevî hemî piştgiriya navneteweyî ya ku hebû, dema ku li ser veqetandinê fikirî têk çû.”
Shara eşkere kir ku danûstandinên wan bi HSDê re li ser pêkanîna peymana ku di 10ê Adara 2025an de hatiye îmzekirin, berê “baş diçûn” lê niha pêvajo “hêdî bûye” û “bi awayekî têk çûye.” “Me li hev kir ku hêzên HSDê bi artêşa Erebî ya Sûriyeyê re bibin yek. Me li hev kir ku hin meqamên taybet ji bo deverên Kurdan hebin û hin meqaman bidin kesayetên herêmî,”
“Sûriye dê perçeyek ji axa xwe bernede. Ev sondek e ku me li ber gel daye ku divê em tevahiya axa Sûriyeyê biparêzin û wê yekgirtî bihêlin.”
Têkiliyên bi Îsraîlê re: Danûstandinên ewlehiyê di rê de ne
Şara got, “Niha danûstandin ji bo peymanek ewlehiyê hene ku Îsraîl vegerîne cihê ku berî 8ê Kanûnê bû.”
Ji hilweşîna Beşar Esed ve Îsraîlê li Sûriyeyê bêtir ax dagir kiriye, ji herêma bêçek a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de derbas bûye û bi sedan êrîşên hewayî pêk aniye.
Li gorî peymana nû dê an vegere peymana 1974an an jî “tiştek wisa be.”
Şara got:, “Hilweşîna rejîmê bûye sedema vekişîna çekên Îranî ji herêmê û têkiliyên Sûriyeyê bi Îraniyan re sar bûne. Hin partiyên Îranî hîn jî dibînin ku wan bi windakirina Sûriyeyê tevahiya eniya xwe winda kirine.”
Şara got, “Birîna bi Îranê re hinekî kûrtir e,” Wî tekez kir ku ew dikarin di pêşerojê de bi Îranê re têkiliya deynin, bi şertê ku ew “rêz li rewşa Sûriyeyê bigirin, destwerdanê di karûbarên navxweyî de nekin û tu pevçûnek mezhebî çênekin.”
Di derbarê Rûsyayê de, Şara nehiniyek leşkerî eşkere kir, û got ku wan bi Rûsan re danûstandin kirine dema ku wan di destpêka Kanûnê de dest bi êrîşa xwe kirin, dema ku komên çekdar ên dijî-Esed bi serokatiya Encumena Rizgariya Sûriyeyê bajar bi bajar ji hêzên Beşar Esed digirtin.
Şara got, “Dema ku em gihîştin Hemayê, me û Rûsan danûstandin kirin. Dema ku em gihîştin Humsê, Rûsan ji şer vekişiyan.”
Her du aliyan ji hingê ve sozên xwe bi cih anîne û ji Moskowê tu destwerdanek neyînî çênebûye; Wî tekez kir ku Sûriye ji ber berjewendiyên xwe li “têkiliyên aştiyane”li gel Rusya dixwaze.

