Nivîsar

Têbiniyek..! (6)

Partiya DEMê heta wek vê gavê di derbarê ”pêvajoya Tirkiyeya bê Teror ”de ne zelal e. Baş tê zanîn ku, ve helwesta Ocalan di nava bingehê DEM û heta radeyekî yê rêxistinên girêdayî PKKê de dilşkestinek mezin peyda kiriye. Baş berê xwe bidinê, Ocalan roja ewil dema bersiva daxwaziya serokê MHPê Devlet Bahçelî dayî û ev bersiv ji aliyê heyeta Îmralî ya DEMê ve li Stanbulê bi rewrismekî de hatî ragihandin, her tişta ku Kurdan ve girêdayî ji serî heta binî  hatiye inkar kirin. Ev yek bi îmzaya Abdullah Ocalan hatiye pesindkirin. Herweha senaryoya pêvajoya ”Tirkiyeya bê teror” jî li ser bingehê banga Devlet Bahçelî û barsiva Abdullah Ocalan hatiye avakirin û pêvajo jî bi vî awayî rêve diçe.

Ocalan Dibêje: Cudabîn û dewletek netewî, Federasyon, xweseriya îdarî û mafên Çandinî ev cureyên çareseriyê ne bersiva sosyolojiya civakiye.Ev cure fikir encama revebirina qewmiyetek tundî derketine holê.

Ocalan bersiva xwe de tiştek, heta mafên çandi ji bo Kurda daxwaz nekiriye û berevacî ev yek red kiriye. Veca dema dewlet yan jî rayadarek dewletê inkara mafên rewa yên Kurda dike, herkes radibe serpiya û bertekî nişan dide. Ev yek ji hizrên netewî peyda dibe û başe. Lê gelo dema Ocalan inkara hemû cureyên mafê Kurda dike, ji bo çi  heman bertek li himber Ocalan nayê danîn? Heta ya Ocalan dike bi navê Kurda(!) inkarkirina hemû awayî netewiyeta Kurdane. Lê cardin yan dibin şirîkê ve helwesta ocalan yan jî bê dengin. Bêdengî bi xwe jî awayek şirîkatiyê ye.

Di derbarê pêvajoyê de daxûyaniyên endam û berpirsên DEMê didin, ne ji dilin. Di komisyon û civînên rayadarên dewletê re dikin, behsa tiştekî ji bo Kurda nakin, tenê dibêjin” Divê gavên bêne avêtin, da ku em bikaribin ji xelkê re tiştekî bêjin”

Lê derveyî civinan behsa gelek tiştan dikin û dewlet qet van gotinan cidî nagire.  Kesayetek girîng di nav DEMê de û serokê koma DEMê di parlementoyê de Sezaî Temellî dibêje:Eger pêngavên baş, xurt werin avêtin û di mijara aşitiyê de li gel yasayên entegrasyona demokratîk pêşveçûn çêbibe wê di mijarên din de jî din plansaziyek were rojevê, bendewariya efûya giştî tune ye lê belê  MHP û hin komên din têkildarî mijajara ‘’di înfazê de wekhevî’’ li ser sererastkirinekê dixebitin…

Ji berî çend roja serokê Parlementoya Tirkiye di civînekî de vekirî got: Di komisyonê de kesekî tu daxwaziyên wek xweseri yan jî tiştek bi vî awayî nekiriye.

Di serî de Ocalan behsa ”Entegrasyona Demokratik” dike. Heta niha dewletê her hewldaye kurdan asimile bike û bi vî awayî li gora xwe”entegrasyona” Kurdan bi civata tirk re pêkbîne.

Lê di qada cihanî de wateyek  a Entegrasyonê heye: Entegrasyon tê wateya pêvajoyekê ku beşên cuda di nav tevahîyekê de têne yek kirin, wek mînak dema ku kes an kom dibin beşek ji civakê û beşdarî wê dibin. Ew behsa beşdarbûna mirovên ji paşxaneyên cuda di civakê de, peydakirina kar, perwerde û hevalan dike, di heman demê de çanda xwe diparêzin. Ew pêvajoyek dualî ye ku adapteyî û tevlêbûna hem ji nûhatî û hem jî ji civaka wergir vedihewîne, da ku hevsengî û civakek çêbibe.

Li vê derê daxwaziyên netewî tuneye. Kurd wek neteweyekî dixwazin mafên xwe yên rewa bi destbêxin, dewletbûn jî di nav de her mafên rewa yê meletê kurd di nava daxwaziyên neteweyî de ye.

Kurd cardin li ber bi xapandinek dîrokî ve ne. PKK û zihniyeta PKKê pêşkêşîya vê qonaxa xirab dike.. Li himber vê yekê dema kurd pêşwaziya hinek gavên erênî bikin, nabê tucara daxwazên neteweyî paşguhve bavêjin. Ev yek dibe helandina Kurdan di nava Tirkiye de…

30.8.2025

Nêrîn/Şirove

Back to top button