Barrack: Hevdîtinên di navbera Tirkiye û HSDê de berdewam dikin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê li Enqerê Tom Barrack diyar kir ku Tirkiye û Sûriye bûne hevalbend û destnîşan kir ku gelek komên çekdar li Sûriyeyê hêja çalak in. Derbarê YPGê de got, “PKK ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye destnîşankirin. DYA jî PKKê wekî rêxistineke terorîst a biyanî destnîşan kiriye. Lêbelê, rêxistineke din heye ku êdî ne girêdayî PKKê ye: HSD û YPG. Ev di şerê li dijî DAIŞê de bûne hevalbendên me. Koka wan di PKKê de bû, lê îro rewş cuda ye.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê li Enqerê Tom Barrack di hevpeyvînekê de bi Mario Nevfel re li ser platforma X ê de, derbarê hevsengiya hêzên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên herêmî yên Washingtonê de daxuyanî da.
“YPG êdî ne girêdayî PKKê ye.”
Barrack, bi bîr xist ku Amerîka hîn jî PKKê wekî rêxistineke terorîst a biyanî dibîne û got:
“Tirkiye hevalbendê Sûriyeyê ye. PKK li Tirkiyeyê wekî rêxistineke terorîst a biyanî hatiye destnîşankirin. Amerîkayê jî PKKê wekî rêxistineke terorîst destnîşan kiriye. Lêbelê,rêxistinekdin heye ku êdî tu têkiliya wê bi PKKê re tune ye: HSD û YPG. Ev di şerê li, dijî DAIŞê de bûne hevalbendên me. Belê, koka wan di PKKê de bû, lê îro rewş cuda ye.”
Barrack di derbarê têkiliyên Enqere-Washingtonê de li ser girîngiya stratejîk a Tirkiyeyê ji bo Amerîkayê wiha got:
“Tirkiye dostê dilsoz ê Amerîkayê ye û duyemîn beşdarê herî mezin ê NATOyê ye. Lê pir caran şaş tê fêmkirin. Tirkiyeyê, di rêya xwe ya serxwebûnê de, bi Kurdan re şer kir ku 40,000 kes lê mirin. Ev pêvajoyek serxwebûnê ya Tirkiyebş ne Erebî bû.”
Barrack girîngiya diyalogê di pêvajoya ewlehî û ji nû ve avakirina sînor de tekez kir û got:
“HSD, ku ji hêla Mazlum Abdî ve tê temsîlkirin, û tîmê Serok Erdogan, Hakan Fidan û Îbrahîm Kalın, vê pêvajoyê bi berpirsiyarî birêve dibin. Di navbera me de diyalog heye, lê em hêjî bêtir hewceyî diyalogêne .”
Dema ku ji Barrack li ser YPG, PKK û avahiyên mezhebî yên li herêmê hat pirsîn, wî bersivek henekdar da:
“Her kurtenivîsek sê-tîp ji min nefret dike. Ji ber vê yekê ez ji sê tîpan dûr dikevim û li ser çaran disekinim. Aştî pêşî serfiraziyê hewce dike. Em çawa serfiraziyê bi dest dixin? Divê em aboriyê vekin. Gelê Sûriyeyê civatek xebatkar e ku aştiyê dixwaze. Li Tirkiyeyê 3.5 mîlyon, li Urdunê 1.5 mîlyon û li Lubnanê 1.5 mîlyon penaber hene. Ew hemî dixwazin vegerin malên xwe.”
Serdemeke Nû li Sûriyê û Bawerî bi El-Şara
Derbarê pêşeroja Sûriyê de, Barrack baweriya xwe bi serokê niha Ehmed El-Şara anî ziman:
“Ez baweriya xwe bi El-Şara tînim. Ez piştrast im ku armancên wî bi yên me re li hev dikin: anîna aramî û serfiraziyê bo Sûriyê. Lêbelê, daxwazên etnîkî û mezhebî yên cuda vê pêvajoyê tevlihev dikin.”
Barrack her wiha tekez kir ku Dewletên Yekbûyî li guhertina rejîmê li Sûriyê nagere û ti planên wan tune ku leşkeran li qadê bi cih bikin. Wî got ku pêşîniya Washingtonê “şerê li dijî terorîzmê” ye.
Di nirxandina xwe ya Hizbullah de, wî got:
“Hûn nikarin Hizbullah bêçek bikin. Artêşa Lubnanê nikare operasyonek wusa bike. Çareserî ew e ku derfetên aborî werin afirandin û artêşa Lubnanê were xurtkirin li şûna ku meriv xwe bispêre fonên ji Îranê.”
Barrack, diyar kir ku Îran terorîzmê bi rêya wekîlên wekî Hizbullah, Hamas û Hûsiyan fînanse dike, û diyar kir ku heta ku ev rewş neguhere danûstandin çênabin.


