Têbiniyek…!

Tirk ji bo berwendiyên xwe behsa hinek “mafên” kurda dikin..!
Gelek caran behsa nijadperestiya Tirkan tê kirin. Ya balkêş li gora normên siyasetê, kesên, sosyalis, çep û demokrat bi hemî awayî li dijê nijadperestiyêne. Yên Tirkan berevaciyê dinyayê hemûyane. Yanî demokrat û sosyalistên Tirk wek herkesî li cihanê, ji bo miletên din, ji bo welat û gelên din her demî pişgiriya gelên bindest dikin û demokrasiyê diparêzin û li dijê zordarî û neheqiyê derdikevin. Lê dema pirs dibe Kurd û tevgera azadixwaz a Kurd , dinya wan tê guhertin, mejiyên wan diqolipê û ew demokrat û sosyalistên eceb dibin nijadperestên herî zîrek.
Ev yek her demî bi vî awayî ye. Lê mixabin çepên Kurd çepên Tirk nasnekirin, sosyalistên Kurd, sosyalistên Tirk nasnekirin. Wan xizmeta bîr û baweriyên xwe dikir û mejî xizmeta wan dikir. Ev rastiyek a herî tehl a rewşenbîr û sosyalistên me yên Kurdan e.
Heta wek îro dema dixwazin warek aşitiyana avabikin, cardin di her firsendê de behsa berjewendîyên dewleta Tirk dikin. Yanî eger ji bo Kurdan tiştekî baş bêjin jî, ji bo pêdiviya wan heye dibêjin.
Gerek ev yek ji aliyê Kurdan ve bê têgihandin. Gelo Sosyalist û çepên Tirk, Îslamî û muhafazkarên Tirk, çewe dewletbûna Filistin dixwazin, çewe ji bo doza Filistiniyan xwe hiltavêjin, ji bo çi inkara mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikin. Ev tenê pirseke. Ne ku, mirov dije, ji bo çi doza Filistinî diparêzin. Kurd jî parastina doza Filistiniyan dikin. Lê di vê derbarê de dûrûtiya hemî cureyên îdeolojiya Tirkan gerek ji aliyê Kurdan ve bê zanîn. Ji bo berjewendiya xeta netewî ya Kurdistanî ev pêwist e.
Îro di cihanê de miletek wek kurda mexdûr tuneye. Eger miletek ku hêjmara wan zêdeyî 40 milyonibe û hêja ji mafên xwe yên dewletbûnê mehrûmbin, sedema wê ya mezin ew welatên ku Kurd bindestkirine, sedem hemû cureyên desthilat û bîr û bawerinyên wane.
Ji kurdan pêve her qewmiyet ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û berjewendiyên xwe li ser hertiştekire digrin. Mixabin kurd di dema bibe kesayet û pirsên şexsî di civatê de berjewendiyên xwe yên kesayetî ser hemû tiştekîre digrin. Lê heman hesasiyetî di pirsa niştimanperweriyê de nakin.
Divê şîara siyasetmedar, rewşenbir, zanyar, çep, rast, sosyalis û îslamiyên kurda ew be ku berjewendiya milete xwe û welatê xwe ser her tiştekîre bigrin.
Divê kurd bi serbilindî parastina dewletbûna Kurda bikin.
Divê Kurd li ser esasê destkeftiyên netewî yekitiyekî ava bikin..
Divê Kurd ji berî her tiştekî Kurdbin, wek din kî kijan îdeolojiyê diparêze jêre pîroz be. Bila pirsa kurd nekin qurbana îdeolojiyan…


