Nivîsar

Fesihkirina PKKê û astenga di rêya dewletbûnê de

Di hinek qonaxa de siyaset welê dilewitê ku, aktoren siyasî çi dibêjin bi awayekî ji aliyî komên li dûv van diçin ve tê qebûlkirin. Lê di bingehê xwe de ya dilewite ne siyasete, insanin mefaatperestin û kesayetên sîxûrin.

Pêvajoya ku, îro li Tirkiye û bakurê Kurdistanê destpêkirî gelek berfireh û mirov dikare gotubêj bike. Gelek aliyên vê pêvajoya bê nav hene ku, bê hemdê aliyên ev pêvajo destpêkirîn jî dikeve di xizmete tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de.

Bi daxwaziya Devlet Bahçelî û fermana Abdullah Ocalan fesihkirina PKKê xalek ji wane. Di rastiya xwe de bila kesek xwe nexapîne, ji holê rabûna PKKê di berjewendiya tevgera azadixwaz a Kurdistanê de ye. Ji berî her tiştekî astengek di rêya dewletbûna Kurdan de ji holê radibe.

Hêjmara rojnameya fermî ya PKKê Serxwebûnê de nivîsek bi navê: Perspektîfa rêber Apo ji bo kongreya 12mîn a PKKê rêkirî hatiye weşandin. Eger kesek akilmend ku mejiyê wî/wê gelek kar dike mimkine beşek ji vê nivîsê famkiribe. Ev nivîs 50 salên ku PKKê çewe civata kurd ji hev êxistî û çewe siyaset lewitandî wek belgeyekî şermezariyê derketiye holê.

Bînin bîra xwe sala 2003ê dema di çavderiya MITa Tirkiye de hevdîtinên heyetên PKKê û Ocalan li Îmralî tene kirin, Ocalan axavtinekî dike û dibêje: “ Heta PKK hebe , ez rênadim Barzanî dewletek Kurdî avabike..“

Gelo nirxandinek ji vê gotina Ocalan re pêwiste yan na? Bersiva vê pirse bi sere xwe dikare bingehê siyaseta ku PKK li ser hatî avakirin eşkere bike.

3.6.2025

Nêrîn/Şirove

Back to top button