Civak

60 leşkerên Iraqî hatin desteserkirin

60 Leşkerên Îraqê bi kincên sivîl dema dixwestin ku têkevin nêv bajarê Kerkûkê û karê teroristî bikin,  ji aliyê polîsên Kekrkûkê ve zû hatin ferqkirin û ew desteser kirin. Ew leşûker niha di binê lênêrîna polîs de ne û lêkolîn li wan tê kirin.

Piştî wan gengeşeyên dawiyê ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê Malikî li ser Kerkûkê derketin holê, desthelatiya Kurdistanê jî dest bi wergirtina tevdîrên tayber kirin û çarçav li astengiya rûdanên terorî ku ji aliyê leşkerên Îraqê ve bêtin kirin  haydar dibin.

Duhî êvarê bi kontroleke zîrekwarî piştî ku Polîsên Kerkûkê 60 leşkerên îraqî desteser kirin, niha jî çaverê dikin û leşkerên terorîst ên sivîl da bi rêgehên nefermî  nekevin nava Kerkûkê.

Rojevakurd

Back to top button