Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz dixwest ku here civîna gaz û neftê ya Hewlêrê, lê belê Serokwezîrê Îraqê Malikî nehişt ku balafira wî dakeve balafirgeha Nêvdewletî ya Hewlêrê û bi bêgavî vegeriya çû li balafirgeha bajarê Qeyserê daket erdê..
Demek berê jî dema ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Dawidoglu gava çûba Başûrê Kurdistanê û di wê navê re jî çûbû serdana bajarê Kerkûkê, hikûmeta Malikî dîsa bêzîtiyeke mezin dabû nîşandan û ji bo desteserkirina wî, Malikî tîmeke taybet hinartibû da Dawidogluyî desteser bike. Lê belê bi zîrektiya hêza Parastina Kurdistanê ew deka Malikî hatibû pelişandin.
Balafira ku Wezîrê Tirkiyê dibir civîna Hewlêrê, pêşî xwestiye ku here Bexdadê. Ji ber ku destûra çûna Bexdadê nehatiye dayîn, îcar xwesiye ku here Hewlêrê. Balafir dema hêj li hewa bûye, ji bo daketina Hewlêrê jî destûr nehatiye dayîn, îcar bi bêgavî vegeriyaye û çûye li bajarê Qeyserê daketiye.
Wezîrê Tirkiyê Yildiz di balafirê de bersiva rojnamevanan daye û gotiye: ”Wê ev şaşfêmkirin derbas bibe. Min ê hevdîtin li Hewlêrê bi Nêçîrvan Berzanî re kiribûna. Ev yek ez bawewr nakim ku wê bibe gelşek di navbera me û birayên me yên Bakûrê Îraqê de. Niha li Îraqê gelek şirketên neftê yên Norveç, Emerîka û Qoreya Başûr hene û kar dikin.
Li Bakûrê Îraqwê jî 37 şirketên wisa ji 19 welatên cuda yên petrolê hene. Çewa ku tê zanîn, di van demên dawiyê de gelek peymanên petrolê di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de çêbûne. Ji aliyê din ve jî gelek şirketên Tirkiye yên petrolê niha li Başûrê Kurdistanê kar dikin. Tawanek e ku Tirkiye pişta xwe bide vê herêmê.”
Rojeva Kurd