Ferîd Ûzûn li komîsyona meclîsê û PKKê û helwesta durûtî
Ferîd Ûzûnî, beriya 34 salan, di 22. 11. 19798-an de li Siweregê li ber mala xwe dema, ku keça wî di hembezê wî de bû, bi awayekî gelek trajedîk hat kûştin. Çend sal in, ku heval dostên wî, wî li ser mezelê wî bîr tînin. Îsal jî, heval û dostên wî, ew di 24. 11. 2912-an de li Sîweregê li ser mezelê wî bîr anîn.
Ez wan pîroz dikim.
*****
Dema ku Ferîd Ûzûnî hat kûştin du hevalên wî jî li cem wî bûn. Ew hevalên wî jî, ji wî re parêzvanî dikirin. Lê kûştin ewqas bi babetek profesyonelî pêk hat, ku hevalên wî jî hÎç nikarîbûn tiştekî bikin.
Li cem Ferîd Ûzûnî hebûna parêzvanan, bê mane nebû. Ferîd Ûzûnî berpirsiyarê rêxistinek Kurdistanî bû; wê rêxistinê serxwebûn û û yekîtiya û azadiya Kurdistanê diparast: Ew rêxistina jî KAWA bû.
Li hemberî Ferîd Ûzûnî diyar bû, ku tehdîda kûştinê hebû. Hezar mixabin tedbîrên hatin girtin jî, nikarî pêşiya qetîlên PKKê bigre. Ew ceribandina jî derdixe holê, ku dema rêxistinek û hêzek tarî bixwaze şoereşgerekî û kurtdperewerekî û siyasetmedarekî û rewşenbîrekî bikûje, wî karî gelek bi hêsanî dikare bike.
Piştî Ferîd Ûzûnî jî kûştina bi hezaran kurdperweran û şoreşgeran gelek bi hêsanî pêk hat. Tu kesekî û hêzekî jî nikarî pêşiya kuştina wan bigre.
Lewra pişt re ew kesên kurdperwer û mirovperwer yên di nav PKKê de diyar kirin, ku PKKê biryar girtiye hemû qedroyêm serokatiya Revgera Neteweyî ya Kurdistanê bi tevayî bikûjin.
*****
Pêşî nehat zanîn ku Ferîd Ûzunî ji aliyê kîjan hêzê de hatiye kûştin. Lê di destpêkê de Apoyiyan bi lezûbez dan xuyakirin, ku Ferîd Uzunî ji aliyê malbata Bûcakiyan de hatiye kûştin. Her kesî jî ev nêrîna gelek bi hêsanî pejirand. Lewra di wê merheleyê de rêxistinên Kurdistanê yên çep û sosyalîst, rêxistina Ferîd Uzunî jî di nav de, progandagek ewqas xurt di derbarê axa, serok eşîran, mîran û şêxan de kiribûn, ku gel di wê bawerişyêde bû, ku ew kategoriyên civakî dikarin her xerabiyek bikin.
Dê çima Ferîd Ûzûnî jî nekûjin?
Ji aliyekî de jî ew li hesebê rêxistinên Kurdistanê û çep yên li Sîweregê hat. Lewra dema, ku Ferîd Uzunî ji aliyê rêxistinek de bihat kûştin, wê demê dûr nebû ku bibe sedemê şerê navxwe yên rêxistinên Kurdistanê.
Lêbelê piştî ku hat zanîn ku PKKê Ferîd Ûzunî kûştiye, dîsa jî KAWAyê gelek bi berpirsiyarî tevnegeriya. Lê ew hesasiyeta wan û rêxistinên Kurdistanê yên din jî nikarî pêşiya bi hezaran kurdperwer bi destê PKKê bê kûştin, bigre.
Lewra PKK gorî, ku serokên kurdperwer bikûjin, tevgera neteweyî ya Kurdistanê ji hûndir de teslîm bê girtin, Tevgera Kurdistanê ji armancê dur bixe, ji aliyê dewletê de hatibû organîze kirin.
Loma jî PKKê roja avabûye heta îro ji bona Tevgera Kurdistanê li her parçeyên Kurdistanê jî bûye tehdîtek mezin.
Dema ku kurdperweran neditirsiyan ku dewleta wan bikûje, ditirsiyan ku PKKê dê wan bikûje. PKKê kûşt jî.
Heta piştî 12ê Îlona 1980-yî siyasetmedarên kurd çûn li Ewrupayê jî i cîh bûn, dewlet ji bona girtin û kûştinê xeter nedihat dîtin, siyasetmedar ji bona ku xwe ji PKKê biparêzin tedbîr digirtin. Kurdên li Ewrupayê ji bona parastina xwe ya rewa û şexsî mecbûr bûn, ku bibin xwediyê çek. Ew kesên li welêt çek negirtibûn, li Ewrupayê girtin destê xwe.
Ew xeteriya li beşên din yên Kurdistanê jî domand. PKKê bes siyasetvanên Bakûrê Kurdistanê ne, di hemandem de siyasetvanên wan beşên din yên Kurdistanê jî kuştin. PKKê bi piştgiriya çar dewletên kolonyalıst li Başûrê Kurdistanê ji bona ku herêma azad bê rûxandin, 3500 pêşmerge kûşt, gûndî ji gûndan derxistin, dest dan ser gûdan û gotin ku “ev gûndan Seddam teslîmî me kirine.”
Di vê merheleyê de jî xeteriya PKKê dom dike.
*****
Ferîd Ûzûnî, encama planek gelek qirêj, tarî, xeter hat kûştin.
Dema ku hat kuştin, PKKê propagande kir ku malbata Bûcakiyan kûştiye. Dewletê û PKKê bi vê progandayê dixwest bi kefirekî du çivîkan bixîne.
Heta kûştina Ferîd Ûzûnî, rêxistina PKKê li Sîweregê tûne bû. Ji aliyekî de ev yeka bû sedem ku PKKê xwe organîze bike û li hemberî rêxistinên Kurdistanê bibe alternatîf û xeter. Ji aliyê din de jî di navbeyna kurdperweran û Bûcakiyan de nekokî û dijminitî kûr kirin.
PKKê piştî ku dît nikarî bi destê Kawayê li hemberî eşîreta Bûcakiyan şer pêk bê, piştî kûştina Ferîd Ûzûnî di demek kurt de bi xwe li hemberî Reîsê Bûcakiyan parlamenter Mehmed Bûcakî, suîkast organîze kir.
Pişt re jî rastî di navbeya Tevgerên Kurdistanê û Bûcakiyan de şerekî dijwar û prowakatîf, di sala 1979-an de dest pê kir. Di vî şerî de heta Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê 100 kes hat kûştin, bi dehhezaran kes û malbatan dest ji Sîweregê berdan bi taybetî li bajarên Tirkan cîwar bûn. Ser hejmara bajarê Sîweregê ji 60.00î daket 29 hezaran.
Ev provakasyon bes li Sîweregê ne, li gelek bajarên din jî, hem li hemberî gelê kurd û hem jî li hemberî rêxistinên Kurdistanê domand. Bi sedan qedroyên hêja hatin kûştin. Bi taybetî jî bi destê PKKê gelek qedroyêm KUKê hatin kûştin.
Ew jî bû sedem, ku dîktatoriya leşkerî ya faşîst ya 12-ê Îlona 1980-yî bê amade kirin. Lewra piştî ku dîktatoriya fasîst ava bû, pêvajoya tasfiyekirina “rêxistinên Kurdistanê û Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê; tevgera civakî ya Tirk, desthilatdariya sivîl ya bûrjûwaziya Tirk dest pê kir.
*****
Beriya 12ê İlona 1980-yî her çiqas ji aliyê malbat û hevalên wî de dihat zanîn ku Ferîd Ûzûnî ji aliyê PKKê de hatiye kûştin jî, lê ji aliyê reya giştî û ji aliyê tevgera neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê û Gelê Kurdistanê de nedihat zanîn.
Lewra di derbarê Ferîd ûzûnî de daxuyaniyek nehatibû diyar kirin. Loma jî di sala 1979-an de dema Şerê Dewlet-PKKê û Bûcakiyan dest pê kir, hevalên Ferîd jî dem-dem bi PKKê dihatin cem hev.
Kûştina Ferîd Ûzûnî cara yekem ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya PKKê Çetîn Gungorî (Semîr) de hat nivîsandin û hat îlan kirin. Semîr, di heman dem de gelek planên PKKê – planên ji aliya rêxistinên Balkûrê Kurdistanê de dihat zanîn -di derbarê serokatiya Kurdistanê de jî diyar kir. Ew dem zelal bû ku PKKê li ser çi bingehê ava bûye.
Di wan deman de di lêpirsînên Dîktatorya Leşkerî ya Kenan Ewren de jî, ji aliyê berpirsiyar û mîlîtanên PKKê de hat diyar kirin ku Ferîd Ûzûnî ji aliyê PKKê de hatiye kûştin. Plan jî bi destê Muzaffer Ayata û hevalên wî çêbûne.
Ev rastiya Ferîd Ûzûnî zêdetir li derveyî welêt di nav çina siyası ya kurd ya penaber de bû pirsek girîng û rojane. Lê li welêt ew rastiya deşîfre nebû û ji aliyê raya giştî de nehat zanîn. Gelek rêxistinên ku li dijî KAWAYê bûn jî, kûştina Ferîd Ûzûnî ji bona xwe nedikirin pirsgirêk.
Lê heval û dostên Ferîd Ûzûnî di salên dawî de li ser mezelê wî, wî bîr tînin û dixwazin mesajek sergirtî bidin raya giştî.
Bes beriya vê çend salan ez jî beşdarî bîranîn Ferîd Ûzûnî bûm, min jî li ser mezelê wî axevtinek kir, min di wê axevtina xwe de diyar kir, ku Ferîd Ûzûnî ji aliyê PKKê de hatiye kûştin.
Wê demê cîwanên Sîweregê û raya giştî vekirî zanî, ku Ferîd ûzûnî ji aliyê PKKê de hatiye kûştin.
Ev bû sedem ku çend reaksîyon derkevin holê. Reaksîyonek ya hevalên wî bû: Beşek hevalên wî ji bona ku ev rastiya hat îlan kirin kêfxweş bûn. Beşek hevalên wî jî, ji îlankirina vê rastiyê eciz bûn. Lewra îlankirina vê rastiyê wek xeteriyek didîtin. Digotin ku ev yeka dê bibe sedem ku PKKê êrişî wan bike. Beşek hevalên wan jî nêzikî PKKê bibûn, digotin ku ev rastiya dê zerar bide tevger û têkoşîna miletê kurd.
Lê êdî macûn ji tûpê derketibû, paşva vegerin mimkûn nebû.
Dema ku her sal ez jî beşdarî bîranîna Ferîd Ûzûnî bûm, min ev rastiya anî ser zimên û afişe kir. Bes li ser mezel min ev rastiya negot, min ev rastiya gelek aşkere nivîsand. Bi dehan malperên kurdan jî cî dan van nivîsandinên min.
PKKê piştî demekê daxwaz kir, ku “Komîsyona Heqîqatan” ava bibe. Di wê merheleyê de min li ser mezelê Ferîd Ûzûnî diyar kir, ku beriya PKKê ji dewletê bixwaze ku “Komîsyona Heqîqatan” ava bibe, ku ez baş dizanim di vê daxwaze de diyar e ku dilsoz nîn e jî, bila ji bona xwe “Komîsyona Heqîqatan” ava bike. Lê ew neke jî divê kurd bi xwe vê vatiniyê bînin cîh.
Ev pêşniyara min ji tirsa PKKê û an jî girêdayî sedemên din pêk nehat û eleqe zêde ji vê pêşniyarê re nehat nîşandan. Lê gelek aşkere bû, ku rastî êdî naye veşartin.
Piştî ev axevtina xwe min diyar kir, ku serokatiya PKKê û Ocalanî di Ferîd Ûzûnî û kurdên din yên kûştin de berpirsiyar bên bijarti, hesab ji wan bê pirsîn.
Di encamê min pirsa Ferîd Ûzûnî di Komîsyona Meclîsê de kir pirsa serek e. Çapemenî û raya giştî jî ji vê pirsê re eleqeyek mezin nîşan da. Pirs bû pirsek rojane. Hezar mixabin malbat û heval û dostên wî ji vê pêvajoyê re jî xwedî derneketin û pewriyên/vatiniyên xwe bi cîh neanîn.
Ez di wê baweriyê de ev pirsa hewcedarî niqaşeyekê ye. Lê encamek tehl derket holê ku pirsek girîng e, belkî di vê merheleyê de pirsa sereke jî, rîyakarî û durûtiya hewirdor e.
Amed, 29. 11. 2012
Îbrahîm GUÇLU
İ[email protected])