Kultur

Ji qamişloka minre

                                 

                                                           
Heye ku ez dîsa xweş te bi bînim                                                    
Kulü derdu xemê xwe ez hilînim

Bibür ku min li şuna xwe tu hiştî
Belê çibkim dem u dewran nehiştî

Bikî bahwer di nîva dil tu şînî
Hebuna min ji bona te di jînî

Li ser çogim ji ter tême sicudê
Bi navê te di xwînim xweş sirudê

Tenê yek şev li ser sînga te xewkim
Ezê jîne bi gorî bin u serkim

Hevala min hevala min hevalê
Tu rinda min şêrîna min şepalê

Ji te durim kela dil min difurî
Gelo rewşa te çawa ew diburî

Qamişla min gelo wek min dinalî
Ji bêbexta ji vî alî wî alî

De bêje lê ji dil min derx vî derdî
Çilo çawa zigurd bune efendî

 

Xurşîd Xelîl

[email protected]
xursid xelil facebook.com

Back to top button