Hêzên kûr pêvajoyê sabote dikin
Li Îmraî çi dibe, hevdîtinên di navbera berpirsên dewletê û Ocalan de di çi astî de ye. Ji bo bersiva van pirsan şêroveyên cuda têne kirin.
Ji meha Temuza sala 2011-ê heta niha eve cara 138-ê yê daxwziya hevdîtina parêzerên Ocalan nayê qebûl kirin. Berpirsên dewletê îdia dikin ku Ocalan pêwîst nabîne parêzeran bibîne. Li gora berpirsên dewletê dêbêjin Ocalan gotiye ku ji bo hevdîtinên li gel dewletê pêwîstî li parêzeran tuneye. Berpirs îdia dikin ku BDP vê yekê dizane.
Wek tê zanîn di dema greva birçîbûnê de jî hevdîtinên Ocalan li gel MIT-ê berdewam bûn û di encama van hevdîtinan de greva birçîbûnê li ser daxwaz a Olan dawî hat.
Herweha tê îdia kirin ku hukumet dixwaze li gel Ocalan hevdîtinan berdewam bike û Qendîlê tevlî vê pêvajoyê neke. Parlementerê Wanê Aysel Tugluk jî di daxuyaniyekî de ragihand ku, tu cara bawer nekiriye ku hevdîtin li gel Ocalan hatine qut kirin.
Niha tê zanîn ku hevdîtin li gel Ocalan berdewam e. Armanca van hevdîtina sekinadina şer e. Lê cihê gotubêjêye ku ka gelo dê Qendîl heta çi redeye ji bo vê pirsê guh bide Ocalan. Rolê Ocalan demekî di nava PKK-ê de hate gotubêj kirin. Lê pêvajoya greva birçîbûnê de cardin rolê Ocalan ket pêş.
Di derbarê hevdîtina li gel Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan behsa pirsekî zîz kir û got: Ez cara yekê vê dibêjim. Birayê min got, eger hêzên kûr sabote nekin, dê heta 15-20 rojan de gavên girîng bêne avatin û ev dikare pirsê çareser bike.
Niha jî çav li pêvajoya sekinadina şer û destjêberdan a çekan e.