Nivîsar

“ Gelê Kurdistanê biryara xwe daye“

Mihemed SanriMesud Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara xwe daye, êdî carek dî serê xwe bo ti plangêran na tawîne.Serxwebûna Kurdistanê êdî bi hejmara seatan li ber derî ye- Gef û tehdîdên derûdorê kêrî penç pereyan nayên.Serokkomarê tirkan Recep Tayyip Erdogan duh di heqê referanduma serxwebûna Kurdistanê de beyanek da û got: “Em dê civîna Konseya Ewlakariya Millî bidin pêş û 22-yê vê mehê de kom bibin, ew dê bibînin ka em dê di vê mijarê de biryareke çawa bigirin û dê em çi bikin.”(Gotinek ya tirkan heye dibêje “Recebi tutmayin-rê li Receb negirin”)Hindek îstisna ne di nav de piştî vê beyana Erdoğan medyaya tirkan bi tevahî êrişê Serok Barzanî û biryara referandumê kir. Manşetên kof, bêbingeh û êrişkar avêtin.Serweriya Emerîkayê jî her duh beyanek belav kir, xwest referandum bihê betal kirin, ev jî ji bo medyaya tirkan bo argumanak yê ko bo xwe bike spartek.Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoğlu jî du beyanek da, got: “Dinya hemî ji me dixwaze em pêşiyê li referandumê bigirin, di vî warî de çi hêz pêwîst em dê bi kar bînin.”Gef û tehdîdên rejîma terorîst ya Îranê û ya serweriyê gazika destê wê ya Bexdayê jî li ailyeke dî.Dema Erdogan dibêje “ew dê bibînin em dê çi bikin” wekî konkrete du bijarte li ber Erdogan’in. Yêk girtina sînoran e, du; midaxaleya eskerî ye.”Tirkiye dikare sînorên xwe bigire? Belê dikare, girtina sînoran dê bikare biryara referandum û serxwebûnê bide rewestîne? Hîç!Di vê mijarê de baş berê xwe bidin mîtingên Zaxo, Duhok, Amêdiyê, Akreyê heya Hewlêrê û dê bigîhin Sileymaniyê û Kerkûkê jî.Hon her li kîjan cihê dinê, digel kîjan kurdî bin, baş berê xwe bidin heyecana wî ya di heqê dewleta serbixwe ya Kurdistanê de.Berê xwe baş bidin mitîngên kurdan yên ko li welatên Ewropa bo piştgiriya serxwebûnê dikin. Miletê kurd biryara xwe daye. Divê azad û serbixwe be. Ti çîrokên tirsê û tehdît nikarin vê îradeyê miletê kurd rawestîne. Ne Emerîka û ne jixeyrî Emerîka jî, kes nikare vê biryarê bide rawestandin û pûç kirin. Ev biryar û îradeya miletekê ya di heqê çarnivîsa wî de ye, ne têkdana asayiş û aramiya kesê ye. Tam bi berevajiyê wê avakerê seqamgirî û asayişê ye. 25 e ev selimandiyê.Baş e Tirkiye dê bikare midaxaleyeke leşkerî li himberî Kurdistanê pêk bîne? Bi ya min îhtimala bijarteyeke bi vî rengî ne sifir (0 ) e jî. Kapasîteya eskerî ya Tirkiye di midaxaleyê Suriyeyê de derkete navê ka çi ye. Ji bilî kofîtiyê ne tiştek dî. Jixwe gava Tirkiye midaxaleyî başûr bike, jiberxwede sînorên bakur û başûrê Kurdistanê ji navê radibin, bakur jî jiberxwede dikeve ber bazinê Kurdistana Serbixwe.Tirk vê dixwazin bila kerem bikin, kesê destê wan ne girtiye. Kor dixwaze çavêkê Xwedê du çavan didiyê. Jixwe Serok Barzanî û kurd bi sed hezaran di karnevalên serxwebûnê de kom dibin na bêjin “em ji şer re ne amade ne.” Serok Barzanî dibêjê “kî dixwaze xwe biceribîne meydan vekiriye.”Tirkên ko di heqê demokrasiyê û hêjyayiyên demokratîk de ewqas qiseyên qurs, zor û vala dikin, nabînin serweriya welatê wan cesaret nekir îro li Enqereyê rê bide di heqê treferanduma serxwebûna Kurdistanê de konferanseke ya di saloneka deîgrti de jî pêk bê. Ev qas demokrat in!Ji aliyê hêza bergirî ya leşkerî ve jî divê êdî kes hesabên biçûk li himberî Pêşmerge neke. Ji aliyê şervaniyê ve hêzêke ji artêşên dewletên cîranên xwe hemiyan cengawertir û şerkertir e.Serok Barzanî dibêje bi wan çekên sivik yên di destê Pêşmergeyî de, ti hêzeke leşkerî bi wan çekan nedikarî Daîşê bişkêne, lê Peşmerge Daîş şikand.Divê mirov beyana Mala Spî (serweriya Emerîka) ya xwestina betalkirina referandumê çawa bixwîn? Bi ya min take hêza ko bikare navbeynçîtiyê di nêvbeyna Erbîl û Bexdayê de bike Emerîka ye. Lewma divê Emerîka di vê mijarê de xwedanê roleke “natural” be. Lê beyana Mala Spî, di rûberiyê de giraniya xwe dide ser aliyê li dijî referandumê. Ev jî ta radeyekê dihê fêm kirin. Ji ber ko aliyên li dijî referandumê, Kurdistana serbixwe wekî “projeyeke ya weşartî” ya Emerîkayê dibînin. Dibe ko Emerîka pêwîst bibîne ko reaksiyona wan nerm bike.Baş e, Emerîka amade ye ko Kurdistanê ji çavê xwe derxe? Qet bawer nakim. Ji ber ko Emerîkayeke li Kurdistanê têkçûyî, dê di Rojhilata-nêvê hemîyê têk biçe. Ev rewş pir aşkere ye. Dema di Rojhilata-nêvê têkçûyê ew nikare li Ewropayê jî xwe bigire. Paşê dê Wilayetên wê yên Yêkgirtî jî bikevin ber ‘bazarê’. Têkçûna hêzên mezin yên “jeopolîtik “ tişteke bi vî rengî ye.Ji ber van sedemên min dest nîşan kirine, têhdît û gefên tirkan, ereban, eceman an yê her çi hêz û derdorên dî bin, nikarin prosesa serxwebûna Kurdistanê rawestînin lê dikarin bileztir bikin. Mileteke bi direjahiya sed salan dibin nêrî zorkeriyê de jiyayî bi awayekî aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe dide, aramî û asayişa kesê têk nade, tam berevajî avakerê seqamgirî û asayîşyê ye.Lewma Serok Barzanî îro jî li Duhokê bang li xelkê kir ko roja 25-ê îlonê biçin ser sindoqên dengdanê dengê xwe bo belê bidin.9 roj man jî referandumê re dikare serxwebûn bikeve pêşiya wê!25-ê Îlonê—Ji Facbook a Mihemed Sanri 

Back to top button