ReferandumVîdeo

Barzani: Şer şerê îradê ye û îradeya gelê me ji hemû çekan bihêztir e

Serok Barzanî li Duhokê bû. Di şerşova tevlîbûna propaganda jib o referanduma serxwebûnê Serok Barzani piştî Zaxom Akrê û Amediyê li Duhokê tevlî ahenga referanduma serxwebûnê bû. Barzani  diaxavtina xwe de got:


-Heger destûr hatiba bicîkirin û şirîkatî hatiba qebûlkirin, belkî ew biryar nehatiba stendin, lê destûr, tewafuq û hevsengî nehatin bicîkirin.- Piştî 2003an ew bi hêvî bûn Iraqeke nû bê avakirin, lê piştî demeke kin eşkere bû ku heman eqliyet li Bexdayî mafê Kurdan tê xwarin.- Bi qutkirina nanê xelkê Kurdistanê, enfaleke din bi ser Kurdistan de hat û gerek bihatiba zanîn, ji roja ku wan ew biryar da, ti pêwendiya  gelê Kurdistanê bi wan re nema ye.- Aliyên Iraqî bihane didan û digotin perlemana Kurdistanê biryar li ser referandomê nedaye, lê vaye perleman jî biryara xwe da û ti bihaneyeke din li cem wan nema.- Mixabin, îro hin kes bi zimanê gefan diaxivin û dibêjn ew biryar nedestûrî ye, ku wan bi xweew destûr binpê kiriye.- Niha li Iraqê behsa piraniya siyasî tê kirin, lê em zanin wateya piraniya siyasî çi ye, perlemana Iraq niha ne fîdralî ye û ketiye destê grûpeke şovînî de, lewra ti giringî ji bo biryarên perlemana şovênî ya Bexdayê li Kurdistan tune ye.- Şer sere îradê ye, û ez bi bawer im îradeya gelê me, ji hemû çekan bihêztir e.- Pirsa referandomê ne nû ye, û min rû bi rû di sala 2015an de behsa vê mijarê li Koşka Spî li gel Serokê Amerîka Barak Obama kir.- Dema ku berpirsêne welatan tên û behsa qaremaniya Pêşmerge dikin, em memnûnê wan in, lê em li bendî wê yekê ne ku ew jî rêzê li xwîna şehîdan û westana gelê Kurdistanê bigirin.- Heger berjewendiya wan rê nade bi eşkere piştevaniya referandomê û mafê rewa yê gelê kurd bikin, ew tiştekî din e, lê dema ew li ber welatên vir û derên din bêjin referandom ne destûrî ye, em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin, em rewatiya referandomê ji xwîna şehîdan werdigirin, nek ji ti kesê din.- Dewleta dahatî ya Kurdistanê, dewleteke medenî dibe û mafê hemû pêkhateyan têde parastî ye û em gerentiya vê yekê dikin, kêşeyên me yên netewî li gel ti kesî nînin, tenê kêşeyên me li gel desthelatdarên Iraqê bû ne.”https://www.youtube.com/watch?v=fjifw4RB96s

Back to top button