Civak
Ziyana rawestandina şandina petrolê 11 milyar dolar e

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê ragihand ku rawestandina şandina petrola ji bendera Tirkiyê ya salekê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bûye sedema ziyana 11 milyar dolarî.
Di daxuyaniya Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê de hat gotin, “Me bi hikûmeta Iraqê re ji bo destpêkirina hinartina petrolê carek din hevdîtin pêk anî û ji Amerîkayê jî hat xwestin ku zextê li Bexdayê bike û hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike”.
Dadgeha Navnetewî ya Hakemê, ku navenda wê li Parîsê ye, di 25ê Adara 2023an de hinartina rojane ya 450 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê rawestand. Tirkiyê ragihandibû ku ew amade ye hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike, lê hîn hinartina petrolê dest pê nekiriye.


