Cîhan

4 gumanbarên êrîşa Moskovayê hatin girtin

4 gumanbarên ku êrîşa terorê ya li Moskovayê pêk anîne, hatin girtin. Ji 11 gumanbarên ku bi hinceta êrîşa ser salona konserê hatibûn desteserkirin, 4 ji wan hatin binçavkirin û li Dadgeha Basmanniya Moskovayê derxistin pêşberî dadger. 

Gumanbarên ku bi şikdariya “Endamê komek organîzekirina êrîşa terorê ya ku di encamê de zêdeyî 100 kesî hatin kuştin” derxistin pêşberî dadger. 

Biryar hat dayîn ku welatiyên Tacîkistanê Dalercon Mîrzoyev, Saîdakram Murodalî Rachabalizoda, Ferîdûnî Şemsîdîn û Mihemedsobîr Fayzov heta 22ê Gulanê li girtîgehê bên ragirtin. 

 Êrîşa terorîstî ya li salona konserê ya Moskovayê Êvara 22ê Adarê li salona konserê ya “Crocus City Hall” a li Moskovayê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek terorîstî hat kirin. 

Di dîmenên medya civakî de hat dîtin ku êrîşkar bi çekên otomotîk salon gulebaran kirine. Ji ber şewata li avahiyê piştî demekê banê salona konserê hilweşiya. Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşê de 137 kes mirine. Hat ragihandin ku di bûyerê de zêdeyî sed kesî birîndar bûne. 

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand, 4 terorîstên ku êrîş li dar xistine jî di nav de 11 kes hatine girtin.

Back to top button