Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Avusturya kir

Îro li Pirmamê Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê Axel Wesch kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhatên herî dawî yên herêmê, bidawîbûna erka hevpeymanan li Iraqê û astengiyên li pêşberî aramiya Iraqê hatin nirxandin. Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya hewlên Serokwezîrê Iraqê yên ji bo derbaskirin û çareserkirina pirsgirêkan û mîsogerkirina aramiya li Iraqê kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî tevî bal kişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de, spasiya gel û hikûmeta Avusturyayê kir ku di rojên dijwar ên şoreşê de hevxem û alîkarê gelê Kurdistanê bûne.
Her wiha di civînê de tekez li ser berfirehkirina peywendiyên di navbera Avusturya û Herêma Kurdistanê de di warê aborî û geştiyariyê de hate kirin.


