CivakFlaş

Peker spasiya Bahçelî kir…

Ji berî çend roja di medya Tirkî de nşçeyek balkêş hate belavkirin. Li gora nûçeyê serokê MHPê Devlet Bahçelî du malbatên ku li Tirkiye wek malbatên mezin ên Mafya têne naskirin li hevanîn.

Nûçe bi vî awayî bû: Serokê MHPê Devlet Bahçelî Burhanettin Saral û Sedat Şahin ji malbatên Sarallar û Şahinler li baregeha MHPê anî cem hev.

Wêneyên herdu aliyan ku destê hev digirtin hatin parvekirin û MHPê bi gotinên “hembêzkirin û hevdîtineke dîrokî” hevdîtin ragihand.

Piştî civînê, ku ji ber dijminatiya demdirêj a di navbera malbatên Sarallar û Şahinlar de ket rojevê, Sedat Peker jî daxuyaniyek da.

Peker di medya civaki de li ser Xê daxûyaniyek ragihand û spasiya Bahçelî kir.

Peker di peyama xwe de got, “Kesên ku navbeynkariya aştiyê dikin, yên ku biryaran ji bo aştiyê didin, evdên herî hezkirî yên Xwedayê Teala ne. Ev biryarek pir hêja ye; bila Xwedayê Teala ji her kesê ku beşdarî kiriye, bi taybetî ji Serokê MHPê, Birêz Devlet Bahçelî razî be.”

Di Raya Giştî ya Tirkiye de ve kesayet hemû wek serokên mafya têne naskirin.. Rolê Bahçelî di vê derbarê de balkêşe, ev jî helwesta Bahçelî ya banga Ocalan tîne bîra mirov.. Gelo girêdanek a van bûyeran bihevre heye…? ev jî wek pirsekî derket holê…

Back to top button