Yapicioglu: Emê nehêlin ku zarokên Kurd ji çepên Tirk ên marjînal re bibin qurban

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di axavtina xwe ya li Mitînga Êlihê de got: “Em qebûl nakin û nahêlin ku zarokên gelê Kurd ji fantaziyên çepên Tirk ên marjînal re bibin qurban. Ewên ku xêra wan ji wan bi xwe re jî îro li ser pişta zarokên Kurdan dikevin meclîsê”.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî li Êlihê beşdarî mitînga hilbijartinê ya partiya xwe bû û axavtinek kir. Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser şerê Israîl û Hamasê û bi bîr xist ku di ser qetlîama Helebçeyê re 36 sal derbas bûne. Yapicioglu got: “Kurdan jî wek Filistîniyan gelek êş kişandin. Ji ber vê yekê jî Kurd herî baş Gazzeyê fêm dikin. Divê Kurdên ku li Helebce, Dêrsim û Zîlanê dijîn ji her kesî zêdetir Gazzeyê biparêzin. Yên ku doh piştgirî dan komkujiya Helebçeyê, yên ku îro piştgirî dan qetlîama Gazzeyê heman dewlet in. Yên ku doh li hember qetlîama Helebçeyê bêdeng man û yên ku îro li Gazzeyê li çepikan didin, heman zalim in. Yên ku doh çek dan Saddam û yên ku cebilxane dişînin heman zalim in”.
“Ez hêvî dikim navnîşana çareseriyê bibe HUDA PAR”
Yapicioglu wilo berdewam kir:
“Ji bo aştiya civakî, ji bo aştî û biratî pêk bê, divê pirsgirêk li ser esasê edaletê bê çareserkirin. Tundiya çekan çareserî neanî û wê ji niha û pê ve jî çareseriyê neyne. Şer û berberiyê di nava gel de kaos, tengasî û ezîyet hişt. Çareserî nîne. Ji ber vê yekê navnîşana ku ev mesele bi aştî, siyaset, aqil û edaletê bê çareserkirin înşallah wê HUDA PAR be. Em li ser vê pirsê di parlamentoyê de kar dikin û bi hêvî ne ku ji niha û pê de ji bo çareserkirina vê pirsê zêdetir hewl bidin. Tiştê ku hin kesan wek siyaset pêşkêşî gelê Kurd kir, ji dergevaniya çepên Tirk pê ve ne tiştekî din bû. Kesên ku çepên Tirk hilgirtin Meclîsê, ji ber ketina Meclîsê ya HUDA PARê bêzar bûn. Heta dibêjin ji siyaseta me nerehet in. Ji ber ku em çalakiyên hilbijartinê bi zimanê we yê zikmakî dikin jî aciz dibin û dibêjin ewê destûrê nedin. Li hember êrîşên ser Şêx Saîd nikarîbûn bertek nîşan bidin. Birastî ew li dijî nasnameya Şêx Saîd a îslamî derdikevin. Bi xizmên xwe yên îdeolojîk re paralel difikirin, lê ditirsin ku vê yekê eşkere bînin zimên. Yên ku qaşo yekîtiya Kurdan ‘dixwazin’, tehemûlî yek wêneyekî jî nekirin. Zimanê nefretê yê ku Kurdan li hemberî hev tehrîk bike û wan bike dijmin, bi kêrî tu kesî nayê“. Yapicioglu herweha got: “Em razî nabin û nahêlin ku zarokên gelê Kurd ji fantaziyên şoreşgerî yên çepên Tirk ên marjînal re, ku bi kêrî xwe jî nayên, bibin qurban û bi dengên Kurdan wan bînin Meclîsê”. “Kurdê ku destê wî were girtin li vir e”
Di mîtîngê de Yapicioglu bi destê namzetê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli girt û got: “Kurdê ku divê destê wî bê girtin li vir e, Kurdê ku wê xizmetê bike, wê baweriya xwe biparêze, wê zimanê xwe yê zikmakî biparêze, wê paraztina wê bike li ev e. Ew li vir e, yek ji we ye, hevwelatiyê we yê ku di nav we de dijî, wê xema derdê we bike, wê ji we re xizmetê bike. Yên ku tê îthalkirin û bi paraşûtê dadikevin nava we xizmeta we nakin”.


