Civak

Em Ihsan Nûrî Paşa bi rêzdarî bi bîr tînin

Yek ji pêşengên netewî û tekoşerê milletê Kurd û Kurdistanê Ihsan Nûrî Paşa ye. Îhsan Nûrî Paşa hemû jiyana xwe di ber doza Kurd û Kurdistanê de terxan kir. Piştî têkçûna Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa neçar ma derbasî Îranê bibe û li wir bijî.

Îhsan Nûrî Paşa General û serokê leşkerî yê Serhildana Agiriyê û yek ji damezrînerên Rêxistina Hoybunê ye.

Îhsan Nûrî Paşa 48 sal berê, di 25.03.1976ê de li Îranê di encama qeza trafîkê de koça dawî kir û tev li karwanê şehîdên Kurdistanê bû.

Em General Îhsan Nûrî Paşa di 48. salvegera wefata wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button