Polîtîk

Erdogan bersiva “pêvajoya aşitiyê” da DEMê

Di propagandeya hilbijartina û daxûyaniyên cuda de, dema dawî hinek endamên DEMê cardin behsa “pevajoyekî” dikin. Taybetî kesayetên wek Leyla Zana,Ahmet Turk û Selahattin Demirtaş bang dikin ku aşitiyek yanî pêvajoyeka nû ya kaşo “aşitiyê” destpêbike.

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di propagandeya partiya xwe de bersiva van banga da.

Erdogan di mîtînga partiya xwe ya Tokatê de daxuyanî da. Herî dawî jî bersiva bangên siyasetmedarên wek Leyla Zana, Ahmet Turk, Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û endamên DEM’ê yên ‘pêvajoya aştî û çareseriyê’ da. Daxuyaniyên Erdogan ên li hemberî DEM’ê wiha ne:

“Dem ji Qendîlê talîmat digre”

”Opozîsyon nikare di nava partiyên xwe de yekîtiya xwe pêk bîne. Hûn dibînin kî ji îtîfaqa ku bi DEM’ê re kirine 3-5 şaredariyên din jî kêfxweş in. Avaniya bi navê DEM, amûreke rêxistinî ye ku weke partiyekê tevdigere. Partî ne ji aliyê navenda xwe ve, ji aliyê nawendeka xerab a li Stenbolê û bi baronên terorê yên li Qendîlê ve tê birêvebirin. Ev pêkanîn li Stenbol, Enqere û Mêrsînê derdikeve holê. Dema ku me bi her awayî hewl dida pirsgirêka terorê biqede, me asta wan dît. Nayê fêhmkirin ku CHP bi partiyeke wiha re di rê de bimeşe û şaredariyê bi dest bixe. Bi hêviya ku piştî 31’ê Adarê bibe şahidê tasfiyekirina vê zîhniyeta muxalefetê ya bêber. Piştî ku peojwy Sedsalê biqede em ê rêwîtiya xwe bidomînin. Hewldanên wan ên ji bo xwe rewa bikin pûç in. “Ger hûn dixwazin bibin muxatab, xwe îspat bikin.”

Back to top button