Nivîsar

Zanist çi teba ye ku bi Kurdî nayê nivîsandin ?

Roja 11ê Tebaxê dema Ekmeledin Ihsanoxli çû li Koçka Çankayayê rûnişt û zagonên pirtexlît li dijê Zimanê Kurdî pejirandin, bila wan bo min bişînin da ez wergerînim Zimanê Kurdî, qene 60 milyon Kurd jî bixwînin. 

Zeynelabidîn Zinar

Berendamê serokkomartiyê Ekmeledin Ihsanoxli, gotiye ku “Zanist bi Zimanê Kurdî nayê nivîsandin.”

Ev zatê ku di 1943an de li Misrê hatiye dinyayê û bavê wî devşîrmeyekî oldar ku ji ber cewra Partiya Ataturk reviyabû derva, niha jî bi desteka wê partiya xwînxwar, xwe amade dike ku bibe serokomarê Tirkiyê, dibêje “Zanist bi Zimanê Kurdî nayê nivîsandin.”  Ez wek kurdekî dibêjim te, AFERÎN JI BO VÊ GOTINÊ!

Lê gelo ev zat, Xwedî neke, eger hilbijartinê kar bike û Kiliçdaroglu jî bibe serokwezîr û Dewlet Baxçelî jî bibe cigirê serokwezîr, wê çi dek li Zimanê Kurdî bikin û çi dolab lê bidin gerandin? 

Baş e, ev e çend naverok bi Zimanê Kurdî li jêrê dinivîsim, kesên ku bi xwe bawer in, bila bêjin ku “Ev ne zanistî ne û zanist bi Zimanê Kurdî nayê nivîsandin”:

– Av di pileya 100î de dikele. 

– Hewaya germ li jorê û ya sar li jêrê dimîne.

– Dema germ û serma li hev dikevin, bablîsok çêdibe.

  • Edîson ampûl, Smaîl Cizîrî jî projeya computerê afirandiye.

Ya duyemîn, roja 11ê Tebaxê dema Ekmeledin Ihsanoxli çû li Koçka Çankayayê rûnişt û zagonên pirtexlît li dijê Zimanê Kurdî pejirandin, bila wan bo min bişînin da ez wergerînim Zimanê Kurdî, qene 60 milyon Kurd jî bixwînin. 

Lê belê ne Kurd û ne jî xelkê Anatolyayê hewqas ne xişîm in ku dengê xwe bidin lawê yekî devşîrmeyê bêteşe.

Zanist bi Zimanê Kurdî tê nivîsandin û felsefe jî pê hatiye nivîsandin. 

Bi hêviya nivîsandina babetên zanistiyê bi Zimanê Kurdî ji aliyê Nivîskarên Kurd ve, her şad û bextewer bin…

Stockholm 22/ 07/ 2014, saet 15.20

[email protected]

Back to top button