
Baroya Diyarbekirê êrîşa topbarana artêşa Tirkiye ya li devera Zaxo li himber xelkek geştiyarên sivîl şermezar kirîbû.
Dozerê Diyarbekir bi vê minasebetê derbarê Baroya Diyarbekirê de lêpirsîn destpêkir.
Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê topbarana ser devera geştiyariyê ya gundê Perexê yê Zaxoyê şermezar kiribû, ku di wê topbaranê de jin û zarok jî tê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes birîndar bûbûn.
Piştî ku Baroya Diyarbekir bûyer şermezar kiribû, ji aliyê çend hesaban ve wek hedef hatibû nîşandan û piştî vê pêvajoyê jî hat ragihandin ku derbarê Baroya Diyarbekir de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir ve lêpirsîn hatiye vekirin.
Baroya Diyarbekir derbarê hedefnîşandana çend hesabên twîtterê de amaje kiribû ku ew ê hember van serê xwe neçemînin.