Tîma Zanistiya Lêkolînên Warê Biyoteknolojiya ya ser bi kompanya “Biomed” karîn li encama lêkolînên berdewam ya di derbarê nexweşiyên virusê de, li 26ê şubatê, çareseriya Covîd-19 peyda bikin.

Li gor daxuyaniya kompanyayê, Biomed amadehiya xwe derbiriye ku li gel piştevaniya sermayeguzarên kerta tendirustiyê li dû heftiyan da encama serkeftiya lêkolînên hem wekî derman û hem jî wekî tama temamker (saplmint) bixe xizmeta tûşbûyên virusa Covîd-19 ya naskirî bi Coronaya nû ya li Kurdistanê. Ew dikarin li sê mehan da vê çareseriyê bigihînin hemû welatên tûşbûyên vê virusê.

Ji bo mebesta berhemhênan û her wiha bi cîhanîkirina bazara çareseriya virusa Covîd-19 û destpêşxeriyê ji bo xweselmandinekî mezin bi navê tendirustiya mirov da bi hemû hêz û şiyanan ve bêne pişta vê dahênana mezin.

Kompanya eve jî dixe rû, li rêya vê daxuyaniyê xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar bike ku êdî hîç pêwîstî dilgiraniyê û metirsiyên di derbarê vê virus û şewba cîhanî nake û amadekariyên zanyarên Kurd heye ku li kurttirîn demê da hem Kurdistanê ji metirsiya vê nexweşiyê biparêzin û hem jî ji Kurdistanê ve kar ji bo rizgarkirina tûşbûyên hemû welatên cîhanê bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: