Dosya

Zanayê Brîtanî: Êdî mirov wê bikarin 1.000 sal bijîn

Li gor nûçeyeke rojnameya Express, Dr Aubrey De Gray Zanayê Brîtanî ku demeke dirêje li ser rawestandina pîriyê dixebite daye zanîn ku dibe ku mirovek ji nifşa me bikaribe hezar salan bijî.

Dr Aubrey De Gray li Dezgeha Xêrxwaziya Lêkolîniya SENS nêzîkî 20 sale li ser dijî pîrî û rawestandina pîrbûna mirovan dixebite û encamê de gihîştiye asteke gelek baş. Gray daye zanîn ku ev xebata wan cîvaka mirovayetiyê de dibe şoreşeke mezin.

Zanyarê Brîtanî daye zanîn ku eve 15 sale li ser hizra rawestandin û xwe nûkirina wan molekulên ku laşê mirovan li jiyanê de werdigre û ziyanê dide malzar an ku hucreya laşê mirovan de dixebite. Ew dide zanîn ku heta du salan ewê bikaribin bi awayeke berfireh vê yekê çareser bikin.

Back to top button