Şivan Perwer çima şêx û axa û eşîrên Kurda biçûk dibîne?
Ji bo ku Şivan Perwer xwe li ber dilê hinekan xweş bike!
Lewma ku Şêx û Axa û Beg û Eşîran biçûk dibîne û reş dike.
EZ BEHSA HEVPEYVÎNA ŞIVAN PERWER YA NRT TV YÊ DIKIM
Min vê gotina xwe çend sal berî niha gotibû:
Merivên durû wek siya darê ne!
Geh li vî aliyî ne, geh li wî aliyî ne.
Gelo wan: Şêx û Mela û Beg û Axayên ku Rêberiya vî Miletî kirin û ji bo azadiya vî Miletî bi mêrxasî can û malê xwe digel wan derfetên qit fîda kirin, qê Lawên wî Miletî nebûn? Ne ji Şêx Evdilselam bigre heta were Rêber Şêx Seîd Efendî û Pêşewa Qazî Mûhemmed hemî Rêber û canfîdayên Miletê Kurd bûn. Pêşewa Qazî Mûhemmed (X.j.r) Komara Kurdistan li Mahabadê di 22.01.1946an de li qada Çarçira yê ragîhand. Ne Pêşewayê nemir Hakimê edaletê bû.
Wek tê zanîn: Şêx Seîd Efendî (X.j.r) ji bo me Kurdan Rêberê herdu Cîhanan bû. Hûma bêje bigiştî heval û hogirên wî: Şêx, Zanyar, Mele, Serokên Eşîran, Mîr û Axa û Beg û Miletê me yê misilman bûn. Digel Rêber Şêx Seîd Efendî ji 100î zêdetir hevalên wî hatin ÎDAMKIRINÊ. Ji xêncî malwêraniyê, Kuştiyên din û hwd. Mixabin hîna ciyê Gora wî jî nediyar e.
Pîrê Dêrsimê Seyîd Riza ew jî Pîrê Dêrsimê bû. Xalit Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Şavedîn û Seyîd Elî, Yado Axa û sed heyf û mixabin bi hezaran cangoriyên din. Malbata Bedirxan. Ji xwe eger ku em li Pelên Dîroka wendayî bigerin em ê di nav Derya wê ya reş û tarî da bi fetisin ku nehatiye nivîsandinê. Bê şik û bê guman ti Zar û Ziman nikarin wan Berxwedanên ku bi cansîperane hatine kirin û cangoriyên ku bi mêrxasî serê xwe ji bo azadî û serbestiya vî Miletê stembar dane bînin Ziman.
VÊCA ŞIVANO QÊ TU EWQAS MEZINÎ TU VÊ BEDELA KU EWQAS BI CANFÎDAYÎ HATIYE DAYÎN BIÇÛK DIBÎNÎ?
Ne ji hezar sal berî niha bigre heta 42 sal berî niha çi bedel hatiye dayîn hemî ji aliyê: Şêx û Mele û Axa û Serok û Rêberên Eşîran û Eşîrên me misilmanan va hate dayîn. Her wiha di van 42 salên dawîn de dîsa bi hezaran Şêx û ‘Alimên wek: ,,Şêx Mûhemmed Emîn Bîngol, Dr. Şêx Maşûq el Xeznewî, Mele Mihyedînê Anzarê” û bi hezaran cangoriyên din bi canfîdayî canên xwe fîda kirin.
Baş e, madem ku tu ewqas biaqilî! Ma dema ku tu: Şêx û Mela û Axa û Beg û Eşîran û Misilmanan ji nava Miletê Kurd veqetînî ango tine bihesibînî, ma êdî kî dimîne ku; tu yê bi kîjan aqilî û bi çi awayî: Netewekî Kurd ji nû va bînî ba hev û pê Doza azadî û serbestiyê bimeşînî?
Sermezino! Tu behsa Olê dikî û tu me, Ol û Baweriya me misilmanan jî biçûk dibînî.
Ji dusedî (200) zêdetir Dewlet di Dinyayê da hene, hemî jî xwedî: Ol û Bawerî ne. Ka Ol û Bawerî ji kîjan Miletî ra ji bo: azadî û serxwebûnê bûye asteng, ta ku ji me ra bibe astengî?
Lê sed heyf û mixabin neyaran Miletê me li ser navê Olê xapandine û hîna jî dixapînin. Lê ne ku sedemê vê xapandinê Ol û Bawerî ye:
1 – Sedem ,,Nezanî” ye.
2 – Dek û Dolabên kedxwara ye.
Zikmezino! Tu bi vî qaqotê xwe yê vala nikarî pêşengiya vî Miletî bikî. Mixabin vê zihniyeta te ya pûç û vala ji Miletê Kurd ra xizmetê nake, lê rûn di Nanê neyarên vî Miletî dide. Ji ber ku vê zîhniyeta te û a Dagirkeran yek e, ji lewma.
Ma ne hezar salin ku Dagirker jî wek te dibêjin: “Elewî, Sûnî, Êzidî, Zaza” û hwd. Bi vî awayî Miletê Kurd ji hev tar û mar dikin ku nikaribin werin ba hev û bibin yek û xwedîgotin û hêza mezin, da ku her wiha kole bimînin. Êdî bes e! Divê êdî ti kes Miletê Kurd nexapîne û durûtiyê jî nek e.
Gelo kîjan Milet bi vî awayî bûye Netew?
An jî kîjan Miletî: bê axa û beg û eşîr û Ol û Bawerî Dewlet ava kiriye?
Osmaniyan bi padîşahtiya xwe 650 sal li ser nîvê Dinyayê Hukm kirin. Ne xelkê bi hemî aliyên xwe Dewlet avakirine.
Aqilmendo! Te di nava Miletekî da bi tenê du heb siyasetmedar Zana û Rewşenbîr destnîşan kiriye. Lê te wekî din hemî nezan û tine hesibandiye. Tu here pesnê: Lenîn û Atatirk û hwd yan bide. Lê dev ji me û Rêberên me û Ol û Baweriya me berde. Derdê me besî me ye. Êdî bes e.!!!.
Me ji bo: Ziman, Çand û Hunera xwe ya Guranxwarî pir qedr û qîmet dabû te û Hunera te.
Lê mixabin te ti qedr û qîmet ji xwe ra nehîşt!
Ji ber ku te xwe li ser zar û zimanan kirî benîşt.
Tu bi saya serê Cîgerxwînan bûyî navdar
Lê di dawiyê da tu ji vê ilm û îrfanê mayî bêpar.
Divê tu pir rind bizanibî ku: ,,Jûrî” ya Hunermendan ,,Rewşenbîr û Milet” bi xwe ye, çawa ku dikarin merivan berz û bilind bikin, wisa jî dikarin ku merivan serpişt li erdê bixinîn.
Rewşenbîr ew kesin ku riya Milet vedikin û ji tariyê dertînin ronahiyê.
Lê ne ku ji ronahiyê dertînin dikin tariyê.!.
Bê şik û bê guman:
Ola Xwedê: Aştî, Aramî, Dad û Wekhevî ye.
Lê kesên ku ji van şert û mercên rewa dûr in
Eva jî bêdadî û bêwijdanî ye.
Divê şan û şoret, meqam û kursî, pol û pere merivan şûm û fehş neke!
Eger ku merivan şûm û fehş bike!
Teqez rojekî merivan bi erdê va kaş dike.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
02.03.2020