Cîhan

Berbijêra Serokê Amerika: Erdogan dîktatorê herî metirsîdarê cîhanê ye

Tulsi Gabbard ku berbijêra Serokê Amerikayê ye dibêje Recep Tayib Erdogan Serok Komarê tirkiye dîktatoreke herî metirsîdarê cîhanê ye ku piştgiriya terorîstan dike.

Tulsi Gabbard li ser tora civakiya twittera xwe videoyek parve kiriye û têda behsa Erdogan dike û dibêje ew dixwaze împaratoriya Osmanî paşve vegerîne û ji bo vê yekê jî piştgiriya terorîstan dike û bi rêya wan dixwaze vê armanca xwe pêkbîne.

Her wiha Tulsi Gabbard dide zanîn ku li Kongresa Amerika de kes hevalê Erdogan nîne û daxwazê ji Kongreyê dike welatên wekî tirkiye ku piştgiriya terorîstan dikin, alîkariyên ku didin wan qedexe bikin.

Back to top button