YNK ber bi parçebûnê diçe

Nakokiyên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kartêkirina nêgetîv ne bi tenê bo ser wê rêxistinê bib xwe heye lê ew nakokî tesîreke xerap li ser pêveşoya siyasiya herêma Kurdistanê bi giştî dike. YNK aliyek serekeye di hikûmeta herêma Kurdistanê de û helwesta wê partiyê li ser rewşa herêma Kurdistanê bi bandor in. Lê mixabin, ji ber hebûna çend girûp û baskan di nav YNKê de YNK  ne xwedî biryar û helwestek yekgirtî ye.

Vê dawiyê serokê Kurdistanê namyek da wezareta pêşmerge û tê de daxwazê ji wezaretê dike hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bisazî bike û ji partîtiyê dûr bike, ev yek daxwaza hemû aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê jî ye. Lê li ser vê pirsa giring jî YNK ne xwedî yekhelwest û yekbiryar e. Hin baskên nav YNkê piştgiriya nameya serok Barzanî dikin û terefek din li dijî derdikeve. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: