Rojevakurd: Îro Rewşa PDK li Bakur çîye ku we pêwîstiyek bi vî awayî dît?
Ahmet Acar : Veke hûn jî dizanin ku PDK bersive sosyolojik û polîtîk a Kurdistanê ye û di heman deme de potensîyele wê heye ku neteweya kurd li dora berjewevdîyê netewî bicivînê.Bersivê vê pirsê,armanca civîne me jî dîyar dikê.
Sebeba herî girîng a ku PDK li Bakurê Kurdistanê di çarçoveyeke tang a sîyasî de di xabitê,perçebûne wê ya heyî ye.
Li bakurê kurdistanê parçebûna qada sîyasî di nav PDK ê de pêk hatîye.Li bakurê Kurdistanê qadr û brêvebirîye PDK li bakur ji potensîyela xwe dûr ketîye, her tim di nava xwede parçe bûye.Piranî me ye hemen îdealan tînin ziman heman tiştan dibêjin,lê mixabin PDK li bakur ji carekê zêdetir perçe bûye.
Em dikarin bi kurtayî hinek sebebên vê perçe bûnê û rewşe PDK li bakur ketîyê û sebebe civîne me wiha rêz bikin.
1-Kes û şaxsîyet wek amûreke berjevendîyê bi kar tînin.
2-Vegotine Partîyê di zimanê siyasî yê nû de rûneniştî ye.
3-Hebûna pevçûne serokatî û ez û ezîtîyê.
4-Hebûna nûnerîtîye sîyasîye dûrî gel.
Ez veke şaxsÎyet ji bingehê PDKe li bakur hatim naxwazim tû kesayete veke sebebê parçe kirina PDK a bakur nişan bidim.Lê bi gelemperî divê herkes kûmê xwe ji serê xwe danê û bi fikirin ev rêbaza pîroz û netewe ,çima ji vê potensîyele girseyî düre û sedemên vê çine?
Em kes û şaxîyetên sîyasî yê ji derveyî vê parçekirine PDK eli Bakur û yê ji xete netewî û rêbaza Barzanîyê nemir û PDK ê hatin me pêvîstî bi civînek ber fireh dît û me ev sedemên li bakurê Kurdistanê ku PDKe Bakur ketîye rewşe parçekirinê li ber xwe danîn.
Di civîne me de bi yek dengî ev biryar viha hat gûftogo kirin;Tevgerek ji yekîtîye rêxistinî dûr,nikarê îddîa bikê ku ew ê yekîtî û azadîya Kurdan pêk bînê.Ev tiştekî dûrî rastîyê ye .Sırra serkeftinê yekîtî û hevkarîye.Tewgerên ku nikaribin yekîtî û hevkarîyê pêk bînin di hawldana bidestxistina çarenûsa Kurdan de,wê di pozîsyoneke pasÎf de bimînin.Ji bo sîstemên desthilatdar,di hawldana pêşîlêgirtina hewaya sîyasî ya di lehê Kurdan de,deqa herî giring parçebûn e.Ji bo rakirina tahribata li bakurê Kurdistanê pêk hatîye,divê PDK e li bakur bi awayekî lezgînî yekîtîye xwe pêk bînê,û paşê jÎ dakevê nava gel,gavan bavêjê.
Bi vê armancê ji civîne me îradeyek însîyatîfî derket holê ev însîytaîf terefê li hevlêkirne ku vê parçekirine di nava PDK e li bakur da rakê û kar û xabata yekrêzîye xeta netewî û PDK e li bakur bikê.Herkesê ku bê hesabên biçûk bikê ,bi dilek safî û ruhek netewî xwe divê pêvajoyê de bibînê û pêvîste divê insîyatîfê de cihê xwe bigrê.Me jî ji ber vê armancê bi navê Însîyatîfa Yekîtîye PDK e li Bakur navê xwe di civînê de pajirand.
Rojevakurd : Ev kesên di civînê de amade bûyin hemû ji pêvajoya PDK tên yan hinek kesayetên din jî hene?
Ahmet Acar: Ev kes û şaxsîyetên sîyasî yê beşdarî civînê bûyîn %98 yê ji pêvajoya PDK e li bakur hatinin.Beşdarvanên bi rumet û yê ji vê parçe bûne di nava PDK e li bakurê Kurdistanê da acz û bi yek dengî nerazîbûne xwe ji pêvajoye vê parçe bûnê dana dîyar kirin îradeyek yek dengî ji raya giştîya kurdistanê ra parve kirin.
Hunê çewe hewlbidin ji bo pêkanina yekriziya PDKê.
Rojevakurd : Hunê çewe hewlbidin ji bo pêkanina yekriziya PDKê?
Ahmet Acar :10-01-2015 ji bo hawldana kar û xabata lêgerînê însîyatîfa yekîtîyê ji civînê bi yek dengî ji 12 kesan lijneyek hat hilbijartin.Ev lijna kar û xabatê 17-01-2015 dest bi xabata xwe li amedê dike dest bi danû standina bi Plataforma Demokratên Kurd (PDK) Partî Demokrat a Kurdistan-T (PDK-T) Partî Demokratên Neteweyên Kurdistan (PDNK) (KADEP).Tevgere Cuwanên Kurdistan û Grubên din re dike.
Rojevakurd : Xebata we dê di warê legel, yanî eşkere be yan jî veşartî be. Biryarek we di vê derbarê de heye?
Ahmet Acar : Em veke însîyatîfa Yêkîtîyê di warê legal da xabata xwe dikin.Em li gel alîyên kul i bakurê Kurdistanê bi navê PDKê û rêbaza Barzanîyê nemir û netewî siyasetê dikin hevdîtinan bikin û yekrêzîya Partî Demokrat a Kurdistan li bakur (PDK) ji van bixwazin.Yên ku ji bo vê yekrêzîyê amedene em bi dilek netewî pêşevazîye hev bikin.Yên ku xwe nêzîkî yekrêzîyê nekin û sedemên ne fikrî û berjevendîyê kesayetî peyde bikin,emê bi raya giştî re parve bikin.
Rojevakurd : Niha li Tikiye fermî bi nave PDKê tenê partiyek siyasî heye. Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, di vê derbarê de hun çi difikirin.
Ahmet Acar: Em veke îsîyatîfa yekîtîyê hata em li gel van rêxistana hevpeyvînên xwe nekin û dan û standinê xwe nekin di vî derbarî de em nikarin tû partiye bin av bikin.ev karek bi gelemperî yê biryara li hev hatinê ye.Evê çawa formüle bibê cihê bi hevre bûnê ye.
Rojevakurd: Gelo çi biryarên taybet di civînê de hatine girtin?
Ahmet Acar : Di civînê de her tişt bi yek dengî hat zelalkirin ku taybetmedîyên ku biryar hat dayîn ku ev komisyon bê alî bê,ji bo yekrêzîyê li gel hemûye rûnin û pirsgirêkên heyî ji holê rakin û berjevedîyê kesayetî ne kevin pêşîye berjevendîyê netewî de û her tişt vekirî û şefaf vere gûftokirin.Astengkirine ne li hev hatinê kî peyde bikê em bi raya giştî re parve bikin.
Rojevakurd : Hun behsa rêbaza Barzanî dikin , gelo ev wê di nava xwe de zelal kiriye.
Ahmet Acar : Bê şik û şiphe rêç û rêbaza barzanî ya xwe berdayî nava reh û rîşelên me bi rêz girtin hat dîyar kirin.
Slav û rêzên brayetî