Xwîna kurdan xemla Newrozê ye!!
Di wextê ko NY (Neteweyên Yekbûyî) roja Newrozê weke rojeke cîhanî û cejneke navnetewî nas dike, ji bo xurtbûna wekhevî û têkilbûna kultûran û xurtkirina aşîtiyê li cîhanê, di eynî wext de rêjîma diktator, nijadperest û hov ya sûrî berê tivingên xwe dixe sînga miletê Kurd de û bi hovîtî û kîneke bê sînor xwîna wan helal dike.
Di rastiya xwe de kuştina fîzîkî encameke xwezayî ye ji kirinên rêjîma nijadperest re, ji ber ko her roj kurd bi biryarên awarte û projên şovînî têne kuştin..Guhertina dêmografiya herêmên kurdan, û standina nasname û zeviyên wan, biryarên weke mersûmê 49an û qedexekirina ziman û kultûra wan, ne naskirina miletê kurd û hiştina wan bê mafên siyasî, aborî, kultûrî û civakî, ji bilî girtin û sitemkariya rojan e..Ev hemî kuştin e, lê bi awayekî din..!
Mixabin em êdî fêrî qurbanan bûne û tiştê di Newroza 2010an bûyî ne nû ye û ne yekem car e..Di 1986an de me şehîdê pêşî yê Newrozê da, gorbihuşt Silêman Adî, û di sala 2004an de Newroza me bi dehan şehîd hate pîroz kirin û di 2008an de sê mihemedên me şehîd ketin û îro jî li Reqeyê ta niha sê şehîdên me hene û bi dehan birîndar, ko em bi hêvî ne hemî bi selametî rabin ..
Ev kîn û xwîn ta kengî wê bi vî awayî dewam bike? Ma van hovan şelîta li stukra Sedam Husên hatî pêçan ne dîtin ? Ma aqûbeta dîktator, nijadperest û şovînîstên dîn û hov yên dîroaka siyasî ya dinyayê ne dîtine? Elî Kîmyawî û gelek segên har yên din ka li kû ne? Ev Beèsiyên bê wijdan û kor wê kengî çavên wan li rastiyê bikeve? Mixabin ew bi rihetî nabînin û xebat û qurban divin ta ko ev rêjîm ji dîroka mirovatiyê bi wî riwê xweyî qirêj derkeve..! Sedamê xwînxwar bi sedhezaran Kurd kuştin û sergûn û zîndan kirin, lê dawî Kurdistana federe ava bû û Kurd azad bûn û ew hovê beèsî bi sed leènetî qeşitî ..Beèsiyên sûrî jî divê ko baş bi aqûbeta birayên xweyî beèsî yên iraqê bifikirin..Bila li Turkiya binêrin..Turkiya hov ko wextekî digote kurdan (turkên çiyayî), îro Newroza ko li Kurdistanê û mêtropolan pêk hatî bi rengekî aşîtiyan e û xweş derbas bû..Lê xuya ye ko roja beèsiyên sûrî jî nêzîk bûye, ji ber ko cîhan êdî vî texlîtê hikimdaran na pejirîne, û her çiqasî berjewendiyên li vir û dera han dikare temenê wan dirêj bike, lê dawî serkeftin ya miletan û azadiyê ye..Her çiqasî rast e jî ko hêzên navnetewî rola xwe baş nabînin û destê dîktatoran digrin, lê rewşa îro pir cuda ya ji rewş û dema şerê sar, û derfetên bi dest xistina mafên rewa yên miletan zêdetir in..
Rikberiya siyasî sûrî jî divê di pirsa kurdî de êdî xwedî dîtineke zelatir be û helwesta xwe bi lez diyar bike, bi taybetî di bûyerên bi vî rengî de..Xwedîderketina li xwîna kurdan wê girêdana tevna niştîmanî xurtir bike, û baweriya miletê Kurd bi jiyaneke hevbeş bi hemû neteweyên li welêt xurtir bike, û baweriya bi rikberiya siyasî têxe asteke baştir de..Yan na wê di çavên miletê Kurd de,tu cudabûna vê rikberiyê ji rêjîmê nebe..
Kamîran Haco.
25-03-2010