Li Kerkûkê Hevpeymaniya Kurdistanî pêşket
Pêşketina Hevpeymana Kurdistanî piştî cihêkirin û hejmartina ji sedî 91 ji dengan li Kerkûkê diyar bû, tevî ku sendoqên mayî yên nehatine hejmartin piraniya wan ên hrêmên ku Kurd lê zorîne ne.
Çavkaniyekî taybet ji navenda cihêkirina û hejmartina dengan li Kerkûkê: “18 hezar rûpel ji dengdana taybet hat cihêkirin jê Hevpeymana Kurdistanî 7 hezar 967 birin li beramberê Lîsteya Iraqiye 6 hezar 331”
Ji aliyekî dî ve birêvebirê ofêsa Kerkûkê ya Desteya Bilind a hilbijartinan Ferhad Telebanî tekez kir: “biryar e, êvara sêşemê pêvejoya cihêkirin û hejmartinan bi dawî bibe”
Derbarê hûrkariyên li giliyan got: “Sê komîte hatin damezrandin, yek ji wan a NY ye, pêr yekşemê karê xwe qedand û raporta xwe spart bo Desteya Bilind a hilbijartinan, her wiha komîtek ji navenda netewî hat Kerkûkê û me jî li vir komîtek damizrand”
Li gor çavkaniyekê ji ofêsa Kerkûkê ya Desteya Bilind a hilbijartinan raporta komîteya NY destnîşan kir ku li ser 13 wêstgehên navçeya Hiwêce giliyên sor hene û divê ew bên pûç kirin.
Her wiha got: “Di hin sendoqên li wêstgehên navçeya Hiwêce de bêtirî 500 rûpel heye, ev jî li dijî rênmayên Desteya Bilind in û divê di her sendoqekê de zêdetirî 400 ta 425 rûpel tune be”.
Çavkaniyê pêşbînî kir: “10 wêstgehên dî li navçeya El-Ebasî ya bi ser Hiwêce de bên pûçelkirin ku giliyên sor li ser wan in jî”
AKnews