Firokexaneya nû a Hewlêrê li Rojhilata Navîn yekemîn e
Duhî êvarê 24.3.2010ê di measimekê de firokexaneya navdewletî a Hewlêrê hat vekirin û seferên esmanî weke test dest pê kirin. Tê çaverî kirin û ku di meha gulanê de bi awayekî fermî firokexaneya navdewletî a Hewlêrê bê vekirin û geştên normal dest pê bikin.
Di merasima vekirinê de Staford Kilarî rêveberê firokexaneya navdewletî a Hewlêrê di preskonferensekê de got ku geştiyarên herêma Kurdistanê ber zêdebûnê diçin û herêma Kurdistanê pêwîstî bi firokexaneyeke mazin heye hem da karên geştiyaran bi başî birêv bibe û hem jî bizava bazirganî jî xurt bike.
Staford Kilarî berpirsê firokexaneyê got ku firokexaneya navdewletî a Hewlêrê li Rojhilata Navîn yekemîm û li ser astê cîhanê jî pêncemîn e.
Firokexaneta navdewletî a Hewlêrê dikare di salekê de sê milyon geştiyaran werbigire û tehemûla hemû modelên firokeyan jî dike.
Cihê ketine balefiran(runway) 4800 metir dirêjî û 90 metir jî firehî ye û di salonên wê de 20 deriyên check in hene.
Staford Kilarî rêveberê firokexaneya navdewletî a Hewlêrê got ku di paşerojê de dê rojê zêdetir ji 150 geştên asmanî li firokexaneya Hewlêrê hebin.