Divê karê serekiyê Hikûmeta nû ya Iraqê, cîh bi cîh kirina maddeya 140 be
Radyoya Dengê Emerîka(VOA) di der barê çend pirseke pêwist bi hilbijartinan û maddeya 140 û rewşa niha û ya paşaroja siyasî li Herêma Kurdistan û Iraqê û paşaroja pêwendiyên li gel Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka, hevpeyvînek li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê saz kir. Li piştî hilbijartinên giştî yê Iraqê vê hevpeyvînê li roja 11/03/2010 belav kiriye ku eve jî naveroka hevpeyvînê ye:
– Li piştî ruxana Seddam Husên li sala 2003 ê ve eve duyemîn hilbijartina nîştimaniya Iraqe, başe bi raya we girîngiya vê hilbijartinê li çi daye? Ev hilbijartin dikarin bibin dema yekgirtina Iraqê? an jî Iraq careke din tûşî tundutîjiyê dibe?.
Ji xwe her hilbijartinek girînge ji ber ku guhertinek bi xwe re tîne. Ez bawerim vê carê hemû xelkê Iraqê li vê hilbijartinê de beşdar dibin û dibe ku nexşeya siyasî ewê ku niha heye guhertinek li ser da bibe, lê belê çawa dibe? heta encama hilbijartinê dibe, niha nabe.
– Lê belê nîşanên wê hê ji niha ve em dibînin ku ne cihê dilxweşiyêne, bi taybetî biryara komîsyona lêpirsînê ve û dadperwerî bi Serokayetiya birêz Ehmed Çelebî û birêz Elî Ellamî ku navê pêncsed ji berbijêran bi tawana endametiya li hizba Be’es ve derxist derve, gelo eve karekî dirûst bû? Gelo eve nabe sedema du berekiyê?.
Eve meseleyeke yasayiye û nabê li çarçêweya yasayiya xwe derbikeve bi raya min, raya min wiha buye herdem ew kesê ku tawan nekiribe wekî kuştina xelkê Iraqê êdî çi Ereb çi Kurd û iltîzama xwe bi destûr rabigihîne, firsetek bidinê bo ku beşdarî li hilbijartinan de bibe.
– Bi raya we mebesta wan hêviya siyasî bû?.
Îhtîmale, îhtîmale ew jî têda hebe.
– Hinek ji sunniyan dibêjin eve asteng kirina sunniyane neku asteng kirina Be’esiyan.
Na, ez li gel wê yekê ninim, ji ber ku li vê gengeşeyê de şî’e jî heye, sunnî jî têda heye, heta hinek Kurd jî têda heye.
– Rêxistina Qeyrana Navdewletî (Internasyonal Crisis Grup) raporekî berî hilbijartinan belav kiriye û têda dibêje nifûza Îran li seranserê Iraqê de li asta rêberayetiyê daye, hûn li Îranê jiyane û li Îranê jî baş şarezane û her wiha rêbertiya Iraqê jî baş nas dikin, gelo tiştên bi vî awayî cihê qebûl kirinê ye?.
Tevlîbûna Îran û hemû dewletên dewruberê Iraqê tê berçav girtin, raste tevlîbûnê kirine bi taybetî niha li meseleya hilbijartinê de.
– Çi cure tevlîbûnekî dikin?.
Hemû cure tevlîbûnekî kirine û her kes acandaya xwe heye ji bo wê acandaya xwe serbixe tevlî dibe, bi wateyekî din buye gengeşeya nifus, nifusa ev dewlet û ewê din li Iraq, nabê eve li ser hesaba mîlletê Iraqê bê û nabê mîlletê Iraqê jî eve qebûl bike û hêzên siyasî jî nabê eve qebûl bikin.
– Balyozê Emerîka li Iraq Crîstopher Hell û serkirdeyê hêzên Emerîka li Iraq Ray Oderno, her du gotin rêberiya komîsyon, lêpirsîn û dadperweriyê ji aliyê Îranê ve tê kirin, tenê gotine Ehmed Çelebî pêwendî bi artêşa pasdaran ve heye, raya we sebaret bi vê meseleyê ve çiye?.
Ehmed Çelebî yek ji têkoşerên kevine û dibe ku pêwendiya wî li gel Îranê hebê. Lê belê bawer nakim Ehmed Çelebî zilamê Îranê be, lê belê pêwendiya wî ya dostane heye.
– Komelên opozîsyona Kurdê Îranê li Herêma Kurdistanê ne, gelo Îran li piştî hilbijartinên Serok Komarî ku zexteke zêdetir kiriye ser Hikûmeta Herêmê ku ev opozîsyon vegerin Îranê an jî yarmetiya wan nedin?.
Ji xwe du cure opozîsyon heye, opozîsyon heye ku xebata siyasiya xwe dike û eve mafeke rewaya wane û Îran tu zextek nekiriye, opozîsyoneke din çekdare ku hinek car çalakiyên çekdarî dikin û tiştên din dikin li nav Îran, li ser sînor, eve jî wiha kiriye Îran gelek car bi behaneya vê yekê topbarana dêhat û navçeyên sînoriyên Herêmê dike. Lê belê li rastî da em jê ne berpirsin.
– Li gor peymana Emerîka li gel Hikûmeta Iraqê, hêzê şerkerên Emerîka divê heta dawiya meha heşt, wate şeş mehê din ji Iraqê derbikevin, gelo di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Emerîka guftugo li holê da hene ku Emerîka binkeyên xwe li Kurdistanê da hebê?.
Ez berî mehekî li Washingtonê bûm û min Serok Obama dît û min Cîgirê Serok dît û Wezîrê Derve û Wezîrê Bergirî û min vê pirsiyarê kir ku: Gelo vekişana hêzên we tê wateya vekişana biryar û ihtîmama we ya bi Iraq û bi Herêma Kurdistane?, helbet hem Serok Obama û hem jî Cîgirê wî û hem jî îdareya wan tekîd kirin: Nexêr, em berdewam dibîn li pêwendiyeke demdirêj li gel Iraq û li gel Herêma Kurdistanê jî bidomînin.
– Lê belê gelo her du alî dixwazin binkeya Emerîka li vir be?.
Ji xwe her tewacudeke Emerîkî li Herêma Kurdistanê da bibê, li çarçêweya wê itîfaqê dibe ku li gel Hikûmeta Federal da tê kirin û ji wê beşek dibe.
– Li gor maddeya (140) a destûra Iraqê, divê referandum li Kerkûkê bihata kirin ku çend car hate paşxistin. Hun paşeroja referandumê çawa dibînin?.
Piştî vê hilbijartinê, Hikûmeta nû ku dirust bû, divê karê wî yê serekî eve be vê maddeyê cîh bi cîh bike.
– Lê belê eger careke din hate paş xistin hun çi dikin? ji ber ku eve du care tê paşxistin.
Raste, lê belê wext vê meseleyê nakujê, çend salê din jî divê her bibe, an jî dê ev pirsgirêkeke her berdewam be.
– Li gor dîtina we divê referandum bê kirin?.
Bêguman, bi dilniyayiyê ve.
– Bi raya we: ji bo Iraqê aramî girînge an demokrasî?.
Her du jî bi pêkve girêdayîne û ji hevdû nayên cuda kirin, her du jî girîngin.
– Dibe ku hinek car li gel dîktatoriyetê da aramî hebê lê belê demokrasî nebê.
Li jêr hukma dîktatoriyetê da aramî tûne, qet min nedîtiye li jêr hukma tu dîktatorek da aramî hebê, eger hebe jî wekî kayê li bin agire.
Ji bo temaşekirina video ji kerema li vir bitikînin