Erdhejê xelkê herêmê tirsand

Diyarbekir – Doh piştî nivro  li bajarê Elezîzê(Xarpêt) li navçeya Kopê erdhejinek mezin çêbû. Ev erdhej ya herî mezin bû piştî erdheja ji berî demekî çêbûyî û 54 kesî jiyana xwe ji dest dayîn. Li Diyarbekirê jî xelk hêzbûna vê erhejê hesiyan û gelek kes tirsa ji malîn xwe derketin .

Herweha tê ragihandin ku li gelek deverên din yên Kurdistanê bi vê erdhejê hesiyane û tirsek gelek mezin heye ku erdhejek bi hêz li herêmê çêbibe û bibe sedema mirinek girsehî. Ev herêm wek herêma xeter ji bo erhejê hatiye dest nîşankirin. Ji xwe di vê herêmê de gelek erhejên mezin çêbûne û bi hezaran insane jiyana xwe ji dest dane.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: