Cîhan

Peymana start tê îmzekirin

Washington – Nûnerê Qesra Sipî Robert Gibbs, di daxûyanîkî de ragihand ku di van rojên pêşiya me de serokê Amerîka  Barak Obama û serokê Rûsyayê Dimîtrîy Medvedev pirsên amadekariya dawî ya Peymana nû ya START gengeşe bikin. Robert Gibbs, da xûyakirin ku belgenameya li hevkirinê  hema bêje xilas bûye û ji bo îmzekirinê amadeye.Lê ji bo encamê divê serokê herdu welatan cardin werin ba hev û li ser belgenameyê kiset bikin.

Herweha balyozê Rusya yê li Prag Vladîmîr Fedorov jî ragihand ku, dê 8-ê nîsana 2010-ê li Pragê serokê herdû welatan vê belgenameyî îmze bikin. Wezareta Derve ya Çekiyan jî ev xeber piştrast kir û li ser pirsekî gote ku; ew ji bo rewrisma vî karî amadene.

 

Back to top button