Polîtîk

Goran: Talebanî namzetê LHK ye

 

Musil – Lîsteya Goran ku di Herêma Kurdistanê de rêxistin kiriye daxuyakirin ku, ji bo duyem car namzet bûna Celal Talebanî çi fikrê wan nehatiye pirsîn û Talebanî tenê namzetê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ye.

Serokê Koma Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Koyîstan Mihemed daxuyaniyek da AKnewsê û got, ji ber ku tevahiya encamên misoger ên hilbijartina giştiya Iraqê nehatiye eşkerekirin, li ser vê mijarê axaftin hê zû ye.

Mihemed got, derbarê mijarê de lîsteyên kurd ku di Parlamentoya Iraqê de kursî bi dest xistine hêj necivîne û derbarê namzetbûna Celal Talebanî ne jî wan û ne jî ji komeke dîtir a muxalefetê re tu fikrek nehatiye girtin.

Mihemed got, Talebanî tenê namezetê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ye û divê derbarê erkên bilind ên Iraqê de fikrê hemû komên ku di parlamentoyê de ne bêne girtin.

AKnews

Back to top button