Nivîsar

XEBAT (Hatip Kapçak 1960-1992)

1Xetip Kapçak yek ji wan şehîdên Kurdîstanê ye, ku di germaya bihara jîyana xwe de, ji nav me koç kir!Bi hezaran pakrewan û qehramanên gelê Kurd, di demên tarî û dijwar de, ji alîyê dewleta dagîrker vehatin qetil kirin! Xetip jî yek ji wan hêjayî û pakrewanê gelê Kurd e!Em baş dizanin ku bi hezaran şehîdên bênav di rûpelên dîroka Kurdîstanê de cîh girtine. DîrokaKurdîstanê, dîroka êş û birînên bêsînor in. Hemû çîya û deştên Kurdîstanê bûye wargeha şehîdan. Likêleka her zinarekî, di bin sîya her darekê de, di nav her devîyekêde, li nav hemû kuçe û sûkan de,çîrokek şehîdên Kurdîstanê heye…Di demên ku ba û bahozan civata gelê Kurd serûbin kir, gelek hêjayîû fedayên welatê me ji nav me girt û bixwe re bir!Di demên xirab de, di tengasî û neçarîyê de, em hemû li ber bayê bablîsokê ketin û bûn xwedîyêçîrokekê. Lê şehîdên Kurdîstanê, li pey xwe jîyanek bi rûmet û tirajedîyek bêsînor “dîyarî” civatê kirin!Naskirina min û Xetîp di zîndana Amedê (5 Nolu) de destpêkir. Em nêzikî du salan bi hevra bûn.Dicîhên xirab û di şertên tengasîyê de mirov hevdû ji nêzîk ve nas dike. Di zîndanê de jiyanek hevparheye. Ev jiyan parkirin, egîtî û fedakarî dixwaze. Zîndan ji bo naskirina kesayetan weke laboratuvarekêye! Li wir baş û xirab, mêrxasî û teresî, bêtirsî û tirsonekî, li bêjinga têkoşerîyê dikeve. Kî li serbêjingê dimîne, kî bi bin dikeve dem nîşan dide. Ew kesên jîyana zîndanê dîtibin, baş dizanin derfetênzîndanê bêjingekî çewa ye!Xetîp, di wan deman de, di azmûnên kesayetîyê de, yên mirovahîyê û rêxistinbûnê de, bi serkeftîderbas bû! Xetîp, gelek çalak û zîrek bû. Di nav çar dîwaran de, xwedî asoyek fireh û xwedî ramanêngiranbûha bû.Piştî dadgeha leşkerî ya dewleta tirk “cezayê darve kirinê” di derheqê min de da, weke fizîkî me ji hevdûr xistin, lê di warê fikrî û ramanî de, di warê hestên netewî de em zêdetir nêzî hev kir. Lewra emrêheval bûn, endamê “malbatekê” bûn û di demên herî dijwar de jî me hevdû ji nêzîk ve nas kir.Piştî min û hevalên min, mişextî (surgûnî) bajarê Aydın ê kirin, têkilîyên me bi qasidîya nameyan domkir. Têkilî û ragihandina me, di nav rûpelên nameyan de didomîya, me hêvî û daxwazên xwe bi rêyahevokên sergirtî û veşartî ji hevdû re vediguhest.Piştî Xetîp ji zîndanê derket, dewleta dagîrker roj bi roj jiyan lê teng kir. Di nameyên ji min re dişand, têde qala rewşa civata Kurd, qala rewşa xwe û qala hêvî û rojên azad dikir…Wêneyê kurê xwe, delalîyê ber dilê bavê xwe Ekîn Rûşen, wêneyên Şemrixê, wêneyên Kurdên jiBaşûrê Kurdîstanê ku ji ber zilma dewleta İraqê revîyabûn ji min re dişand. Makîna wênekêşî û pênûs didest de, her roj di nav qampek “penaberên ji Başûr” de, bi gelê Kurd re diaxifî û pirsgirêkên wan didaxuyakirin.Weke hûn jî zanin, di navbera 1988 an heta 1990’î bi sedhezaran gelê Kurd ji ber zordarî û qetlîmaBaasîyan, di çol û çîyan re, xwe bi zorê avêtin Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Dem zivistan bû, bihezaran zarok û pîr, ji serma û birçîbûnê, li serê çîyan û di rêyan de jîyana xwe ji dest dan. Felek carekdin li gelê Kurd bê bextî kir: bi sedhezaran Kurd ji ber bombeyên kîmyavî û qirkirina bi civatî, gund ûbajarên xwe terk kirin û revîyan.Lê leşkerê dewleta dagîrker, Kurdên ji ber mirinê direvîyan gule baran kir û hin ji wan jî girt û radestîrejîma Saddam kir. Xetîp û yên weke Xetîp, bi hezaran Kurdên welatparêz û xwedî ûjdan çûn bi hawaraxwîşk û birayên xwe de.Xetîp, di wê demê de weke rojnameger û aktîvîstekî sazîya mafê mirovan xebat dikir. Bi nûçe ûwêneyên jîyana qampan, dixwest bala raya giştî bikşîne ser rewşa wan. Ev kar û xebatên wî, wekeqelemên tûj ketibû çavê dijminê dagîrker. Dijminê xwînmij, di wan deman de gelek caran li çalakvan ûwelatparêzên aktîvîst gefê mirinê dixwar.Xetip, di roja 18.11.1992’de, li navça Şemrixê, ji alîyê hêzên dewleta dagîrker ve hat kuştin. Malbata wîdoz li dewletê vekir, xwest kûjer û berpirsîyarên ferman dane derkevin holê û bên cezakirin. Lê dewletadagîrker weke hemû deman, li endamên xwe yên kûjer xwedî derket û doza Xetîp girtin. Hemû rê li bermalbatê girtin û weke dozên din, di bin navê “dem-bihûrî” ye doza Xetîp jî piştî bîst salan şûnda bi dawîanîn. Ev tirs û helwesta dewleta dagîrker, navnîşana kûjeran û xwedîyê wan nîşan dide.Di çapemenîyê de nûçeyek bala min kişand: Mamosteyek di daxuyanîya xwe de digot: “Min bavê xwedi nameyan de naskir!” Gava min nûçe xwend ez gellek xemgîn bûm; hestên min serûbin bûn;dilzîzbûna min, min girt û bir salên 1985-1987an!Zîndana Amedê, cihê derd û kulan, cîhê ceribandina egîtî û hevaltîyê, warê biratî û dostanîyê bû.Zîndana bi nav û deng ku jîyana li wir, li ser mûyê merxasî û teresîyê didomîya! Civata kurd, çi zû jibîr kir, ew rojên reş û tarî!? Gelo ew kedkarên wan rojan çima ketine xewa bêdengîyê!?Ev hevoka kezeba mirov perçe dikir ku Rûşen digot: “Min bavê xwe di nameyan de nas kir!”, wekebirûskên dijwar, di mêjîyê min de, pirs li pirsê xist, min girt bir navbera salên 1980 û 1990’î! Wêne ûbûyerên wê demê weke fîlmekî di ber çavên min re derbas bûn!..Min dost û hevalên Zîndana Amedê yek b i yek dît. Hemû xort bûn, hemû çeleng bûn, hemû rûken ûzîrek bûn! Di bin ala Kurdîstanê de, serkêşîya dîlana serxwebûnê dikirin. Kî tune bû tê de: XETÎP,WEDAT, HEYRÎ, REMZÎ, YİLMAZ, ORHAN, NECMEDDÎN, HAFİZ, CEMAL, KEMAL, MAZLÛM,ALÎ, AKÎF, FERHAT, MAHMÛD, EMÎN, ÎBRAHÎM, EŞREF û hevalên dinê! Çiqas xweş dîlandigerandin. Hemûyan bi hevra digotin: “Ka Kurdîstana min ka/ Ka bax û bostanê min ka” Gava ezhatim ser hişê xwe, hêstirên çavên min weke dilopên baranê yek bi yek dibarîya! Kelogirî bûm, dibinewrê xemginîyê de rabûm di hundirê malê de çûm û hatim.Min gelek hewl da ku xwe ji bin bandora xemgînîyê azad bikim, lê mixabin bersîva pirsan min dîl girtibû!Ez li bersîva hinek pirsan digerîyam:Ew hevalên roja mirinê çi zû “ked û jîyana xwe” ji bîr kirin!? Çi zû bûn endamê karwanên berjewendîyênkesayetîyê!? Çi zû bûn dîlên bê ziman!? Çi zû di bin konê berjewendîyên hîzbî de armancên netewî jibîr kirin!? Çi zû ked û xebatên egîd û şehîdên Kurdîstanê ji bîr kirin!? Carek din derket holê kuçîrokên bê wate û bê bingeh mirovan zîndî jî dikuje!..Çiqas zor e mirov bibêje: “Min bavê xwe di nameyan de nas kir!” Ez dizanim gellek kes, gavagotinek ewha bibihîze, wê matmayî bimîne. Lewra ew mamostê hêja, delalîyê ber dilê bavê xwe,stûna mala Xetîbê egît, Ekin Rûşen Kapçak bû.Hevalno, birano, doza mirovahîyê dozek pîroz e! Ji destpêka mirovahîyê heta îro, ev doz ji alîyêmirovên qenc û hêja ve hatîyê parastin. Li dijî serdestan, li dijî zaliman, li dijî dagîrkeran, li dijîkolonyalan û împaratorîyan bi hezaran mirovên qenc, di rêya jîyanek azad û bi rûmet de jîyana xwe jidest daye. Bi hezaran mirovên hêja di zîndanan de, di wargêhên îşkencexanan de seqet bûne an jî dibin bandora işkencan de jîyana wan bi dawî bûye. Ev şer ji destpêka mirovahî dest pê kirîye û hetamirovahî hebe wê bidome. Em bixwazin an nexwazin doza mirovahîyê wê di şopa xwe de biherike.Jiyan di navbera şerê başî û xirabîyê de didome. Dîroka derbasbûyî bi mînakên balkêş tijeye. Ev şerêbaşî û xirabîyê heta mirovahî hebûna xwe bidomîne wê hebe û bi dome..Şehîdên doza mirovahîyê, serbilindî, rûmet û hêjayên me ne. Divê em tu carî rojane û teng ne fikirin, lihemû şehîdên Kurdîstanê û yên mirovahîyê xwedî derkevin. Di şexsê Xetîp Kapçak de em carek dinhemû şêhîdên Kurdîstanê ji dil û can bi bîrtînin, rêz ji ked û xebatên wan re digirin!05:11:2015Cano Amedî

Back to top button