Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 08.11.2015ê li gel endamê Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanêya PAKê Akif Adsız, li Hewlêrê li gel Konsolosê Giştî yê Rusyayê yê Hewlêrê rêzdar Victor Simakov û a cîhgirê konsolosî rêzdar Evgênî Arjantsev wî, hevdudîtinek pêk anî.Rêzdar Victor Simakov, xêrhatina heyetê kir û kêfxweşîya xwe jibo vê hevdûdîtinê bilêv kir.Rêzdar Özçelik jî jibo vê hevdudîtinê spasîya Konsolosê Federasyona Rusyayê kir û di destpêkê de PAK da nasîn û bi giştî behsa siyaset û armancên PAKê kir. Herweha di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê, Tirkîyê, rojava û başûrê Kurdistanê de bîr û rayên PAKê pêşkêş kir. Rêzdar Özçelik, jiber helwest û şerê Rusyayê yê li dijî DAIŞê jî spasîya xwe bilêv kir û got hêvî dikim ku Rusya li her çar perçeyên Kurdistanê jî, hîn aktîftir piştgirîyê bide çareserîya pirsa Kurdistanê.Rêzdar Victor Simakov jî bi giştî behsa siyaseta Rusyayê ya li rojhilata navîn kir û got peywendîyên Kurdan û Rûsyayê peywendîyên dîrokî ne.Hevdudîtina heyeta PAKê û Consolosê Giştî yê Rûsyayê seet û nîvekê ajot. Di berdewamîya hevdu dîtinê de, herdu alîyan di derbarê rewşa Tirkîyê û herêmê de bîr û rayên xwe bilêv kirin. Û herdu alîyan jî jibo berdewamîya peywendîyan daxwazên xwe pêşkêş kirin.Hevdudîtin di atmosfereke germ û berhemdar de derbas bû.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: