Nivîsar

Bakurê Kurdistanê: Re-stratejîyek nû …

 Cemal BATUNTevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê ji salên 1980an ve di nav krîzek berfereh de asê bûye. Herçend hin hewl ji bo derketina ji vê asêbûnê ve hatin dayîn jî, mixabin ev hewldan wekî encam berhem nedan û krîz berdewam û berferehtir bû. PKK û derdora xwe, bandora xwe ya neyênî her û her zêdetir li rojeva Kurd, rastiya Kurd li Bakurê Kurdistanê kir / dike û mixabin hîn jî alternatifek bihêz û berçav li pêş gelê Kurd / Kurdistanê li Bakurê welatê me derneketiye pêş.Tevgera siyasî ya li Bakurê Kurdistanê divê rastî / reeliteya Bakurê Kurdistanê baş binirxîne û bibîne ku ji dervî bicîhbûna PKK, navendek xûrt û bihêz damezrîne. Ev navend ne pêwîst e bibe yek partî, yek siyaset, lê dive bibe yek organizasyon, yek platform. Di vê nivîsa xwe ya kurte de ez naxwazim statuya PKK binirxînim, lê bi yek gotinê dikarim bibêjim ku PKK tu caran naxwaze û dê naxwaze ku tevgerek an tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê ya li derveyî wê bibe hêzek û navendek. Gelê Kurd û Kurdistanê ji derveyî PKK û hawîrdora PKK ber bi navnîşanek rasteqîn, realist û azadîxwaz a Kurd ve biçe. Ango dive tevgera Kurd ji derveyî PKK û hawîrdora wê (destê yekem HDP û KCK) li çareseriya pêkanîna platformek / navendek Kurd bigerin…Heta ku tevgera Kurd nebe hêzek yekgirtî, gelê Kurdistanê dê wekî pêwîst eleqeyê û nêzîkbûnê nîşane tu rêxistenekê bi serê xwe neke. Ne HAK-PAR, ne PAK, ne aliyên PDK li Bakur, ne jî hewldanên din, bi serê xwe nikarin û ji xwe nekarîne, barê rastiya Bakurê Kurdistanê hilgirin û bibin navenda daxwaz û doza Bakurê Kurdistanê.Li gor hin agahdariyên min wergirtî, ji bo yekrêzkirina aliyên PDK xebatek tê birêvebirin. Îmkana biserketina vê xebatê, dê ji bo hemû aliyên PDK baş be, ji ber ku aliyên cewaz ên PDK dive bizanibin ku rêya serfiraziya her yekî ji wan, ji yekgirtina hêza PDK li Bakur derbas dibe. Piştî yekrêzkirina PDK li Bakur, gava duyem û ya girîng xebatek yekrast û zû ji bo yekrêzkirina tevgera siyasî ya Kurd li Bakur di nav yek platformê de be. Platforma Kurdistanê ku tê de HAK-PAR, PSK, PAK, PDK û hemû aliyên din ên azadîxwazên Kurd li Bakur cîh bigirin. Herweha ev navend yekrast navenda xwe ya medyayî deyne ku bibe dengê opinion / raya giştî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê.Ev tevger dive rastiya Tirkiye, bi re-stratejiyek nû girêdayî Tirkiye jî tevbigere. Li gor baweriya min ev ji rêzgirtina hilbijêrên Tirkiye ve derbas bibe. Hilbijêrên Tirk / Tirkiyeyê desthilat û hukmê xwe li gor iradeya xwe hildibijêrin, ev mafê wan e û tevgera Kurd dive qebûliyê bide vê iradeya wan. Ya jib o tevgera Kurd girîng dinyaya wan e, rastiya gel û doza gelê bakurê Kurdistanê ye. Ango Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê bi pirs û li gor rastiya / reeliteya, daxwaza gel ê Kurdistanê ve tevbigere. Pirsên wê yên sereke pirsên civat û gelê Kurd bin. Xwe konsantreyî pirsên Bakurê Kurdistanê bike. Bixwaze bibe navenda çareseriya rastiya Bakurê Kurdistanê, ne yên Rojavayê Tirkiyeyê. Kurd bi pirsên Kurdistanê ve sere xwe biêşînin, li gel siyaseta Tirkiyeyê jî, wekî aliyek din rûnin. Aliyê ku nûneriya Kurdistanê dike!…Stockholm, 08 Mijdar 2015___________________________

Back to top button