Şandeke Sendîkaya Karkerên Kurdistanê cuda ji şanda Sendîkaya Karkerên Iraqê beşdarî di kongreya sendîkayên karkerî yên welatên erebî de dike û Ala Kurdistanê jî cuda ji Ala Iraqê di kongreyê de tê danîn. Li gor agahiyên Rûdawê, ji îro ve heya sibe 9ê Mijdarê Kongreya Sendîkayên Karkerî yên welatên erebî li bajarê Bexda ya paytextê Iraqê lidar dikeve û şanda Başûrê Kurdistanê jî bi awayeke serbixwe û cuda ji şanda Iraqê di kongreyê de amade bûye. Serokê Liqa Dihokê ya Sendîkaya Karkeran a Kurdistanê Îsa Nesrî ku endamê şanda Başûrê Kurdistanê di kongreya sendîkayên karkerî yên welatên erebî de ye, ji Rûdawê re ragihand, di vê kongreyê de dê behsa 2 mijarên sereke were kirin. Yek ji wan çawaniya rûbirûbûna komên tundrew e û ya duyem jî karkirin bo kêmkirina diyardeya koçkirina karkeran e. Di kongreya vê carê de şanda Başûrê Kurdistanê bi navê Kurdistanê beşdarî kiriye û Îsa Nesrî di vê bareyê de dibêje: Her çiqas di destpêkê de çend şandên welatên erebî dilgiran bûn, çimkî di wê baweriyî de bûn ku ligel şanda Iraqê be. Lê belê paşê hemû aliyan razîbûna xwe nîşan da li ser amadebûna şanda me bi navê Kurdistanê û razî bûn ku Ala Kurdistanê jî were danîn. Kongreya Sendîkayên Karkerî yên Welatên Erebî salane tê girîdan. Ev kongre par li Sûriyeyê hatibû lidarxistin û îsal jî li Iraqê hat lidarxistin. Di kongreya îsal de jibilî her du şandên Kurdistanê û Iraqê, şandên 10 welatên erebî yên wek Lîbya, Misir, Sûdan, Felestîn, yemen, Behrêyn, Erîtriya, Somal, Lubnan û Kuweyt beşdar bûne.Rudaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: